5 Pirs û Pênc Bersiv – Semra Çelebî

Di xeleka nû ya quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvana malpera me ya îro, helbestvana kurd Semra Çelebî ye. Pirtûka helbestan a “Birîn” ya Semra Çelebî, di sala 2011ê de ji Weşanên Tevnê hatibû weşandin. Pirtûka yekem a helbestvanê bandoreke bêhempa û resen li xwînerên wêjeyê kir. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji helbestvanê kirin û wê jî bi dil û can bersivên me da. 

Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Gava mirov dibêje derhêner hinkî disekinim. Birastî di vê aliyê de gelek derhênerên baş mohra xwe li bin sînemaya cîhanê xistine. Ji van çend kes ji bo min Yılmaz Guney, Bahman Ghobadi, Majid Majidi, Roman Polanski, û Mark Herman.

Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

Fîlmên ku bêhtir bandor li ser min kirin çend jê ev in; ewilî Bîdê Mecnun tê bîra min (Dara bî- The Willow Tree) Peyamek bê hempa têde bû. Derhêner bi profesiyonelî ew peyam di fîlmê de hûna bû û derxistibû pêşberî me, dersekî beşerî bû…

 Kosî jî difirin; Zarok, şer, mirin, destdirêjî, bêgunehî, neçarî… Çiqas bêjim ewqas dirêj dibê. Derhêner rastiya şer ewqas baş li hev aniye ku mirov vê rastiyê weke êşekî dijwar di dilê xwe de hîs dike.

The Pianist; Dîsa şer, mirin, nîjadkujî, hêsîrtî, birçîbûn… her wiha vê fîlma ku di rastiyê de hatiye jiyîn gelek tiştên ku dilê mirov ranake girtibû dest, pir dijwar û pir serkeftî bû.

Kurika bi pêjemayê xetik (The Boy in the Striped Pyjamas) Ev fîlm jî li ser bêgunehiya zarokan û nîjadkujî sekinî bû û gelekî bi bandor bû.

Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Kevirbarîna Sureya (The Stoning of Soraya M.) Bi bandora olî, bi fesadî û bi destê mêr li ser rewa kirina kuştina jinê disekine.

Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin? 

Birastî yê ku fîlmê bi bandor dike muzîk e. Çimkî mûzîk dest dide dilê mirovan û fîlmê geş dike. Ahmad Pejman – Beed-e Majnoon û di kîjan fîlmê de hatiye bi kar anîn nizanim lê kêfa min gelekî ji î Okean Elzy – Obiymy tê.

Sînema ji bo we çi ye?

Sînema ji bo min neynika jiyanê ye, teyisîna rastiya ye û difikirim ku bi mijarên bi bandor li ser fikr û ramanên mirovan guherînan dike.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir