5 Pirs û Pênc Bersiv – Sînan Yildiz
Di vê xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê malpera me derhênerê kurd Sînan Yildiz e. Derhêner û senarîstê serbixwe Yildiz, bi fîlmê metraj ê xwe yê bi navê “Kaniya Liço” (2011) tê naskirin û di sala 2019ê de belgefîlma “Sîpano”yê kişand ku di derbarê çîrokeke koça berevajî de ye, qala hezkirina xwezayê û gelek hêmanên ekolojîk jî dike. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji derhênerê kirin û wî jî ji dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Li gorî min, ji bo her hestekî cuda derhênerekî/e herî baş heye. Ser meseleyê ji ber ku heyranê fîlmên Western im, derhênerê herî baş Sergio Leon e; an jî derhênerê herî baş yê ku deriyê felsefeya hebûnê li ber min vedike ku mirov ber bi rêwitiyeke dilî ve dibe Tarkovsky ye, derhênerê herî baş yê ku hesta kelacan û kêfê bi mirov re çêdike Christphor Nolan e, derhênerê herî baş yê ku mirov ber bi lûtkeya diramatujiyê ve dibe Behman Gohabadi û Yılmaz Güney e li gorî min. Ez dikarim gelek navên din jî bêjim lêbelê yê ku hişt cara pêşî ez berê xwe bidim sînemayê helbet Bahman Gohabadi ye, ji ber vê min ew di dilê xwe de li cihekî din veşartiye ku ez dikarim karê wî di ser hemû karê derhênerê din re bibînim.
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Lîsteya min ya fîlmên herî baş: Once upon a time in America – Sergio Leon. Piano Piano Bacaksız – Tunç Başaran. Umut – Yilmaz Guney. Fight Clup – David Fincher. Niwe Heyv/ Half Moon- Behmen Qubadî. The Color of Paradise – Mecid Mecidi. Abluka – Emin Alper. Eternity And a Day –Theodoros Angelopoulos. Vodka Lemon – Hiner Salem
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Li gorî min fîlmê 12 Years a Slave e. Gava tu pirtûkê dixwînî ew êş û elema ku tu nikarî di xeyalan de jî bînî ber çavên xwe, vî fîlmî ev mesele bi rêya perdeya sînemayê berçav kiriye.
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Bê şik û guman muzîka fîlmê “Once Upen in America” ye. Tu muzîkê bi qasî vê bandor li min nekiriye û ez nebirime zarokatiya min. Ev muzîka bêhempa gava mirov bêyî çîrok û atmosfera fîlm guhdar bike helbet wê ne bi bandor be. Ji ber vê bi dîtina min tu fîlm û muzîkê biqasî vê evqasî baş hevdu temam nekirine. Gelek derhêner û rexnegirên sînemayê dibêjin ku gava derhênerek muzîkeke ku çavkaniya wê ne xwezayî be bi kar bînin ev dibe karekî erzan û ne baş. Ez ne bi vê fikrê re me, ma armanca fîlmekî ne bidestxistina hestan e ku bikaribe katarsîsekê bide jîyîn? Gava muzîk jî alîkariya vê bike îcar ev çima dibe karekî erzan! Dawiya dawî muzîk yek ji wan 7 huneran e ku alîkariya sînemayê dike.
Sînema ji bo we çi ye?
Sînema jî wek hunerên din, derbarê xweza û hebûnê de vegotineke navgîn e. Rûyekî “din” yê erdnîgara min e, eynika min e, di heman demê de sêhrek e ku hestên min bi can dike. Ji bo min sînema ev e, ne tiştekî zêdetir e. Bêgumen tu fîlm ji kirêtên dinyayê re nebûye derman, neguhert lê hêviya ku dinyayê biguhere her dem zindî hişt an jî bêyî ku em lê hay bibin, kî zane, belkî jî dozaja kirêtiyê kêm dike.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com