5 pirtûkên nû yên bi Kurdî derketin

Wêşanên Lîsê yek jê çîrok, didu helbest, yek huner-teorî û ya din li ser dîrokê pênc pirtûkên bi kurdî derxistin. Ji van “Xoşxwan” pirtûka yekem a Cegerxwîn e. Pirtûka nivîskar Îhsan Colemêrgî ya “Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan” li ser dîrokê ye. Her wiha “Rêzimana Muzîkê” jî beşek cuda derdixe pêş.

“HESABGÊR”

“Hesabgêr” pirtûka kurteçîrokan a Ferhadê Mihemed e û ji deh û yek kurteçîrokan pêk tê. Çîrok qala mijar, problem, çareserî û meseleyên; şexsî, siyasî, civakî, kultirî, edebî dikin. Her yek bi form û teknîkeke cuda hatine nivîsandin. Ev formên hanê bi deng û hesên kurdî hatine têkilhevkirin û strandin. Lewma jî her çîrokek bi xwe serbixwedî ye. Di dawiya çîrokan de surprîz misoger heye û di yek beşên çîrokan de carina trajîkomîkî dibe desthilatdar.

“OMÎDÊN WINDAYΔ

Nivîskar Bonîye-Suad Cegerxwî bi pirtûka xwe “Omîdên Windayî” li pêşberî xwendevanan e. Ew di helbestên xwe de behsa jihevveqetîn, jihevdûrketin, jibîrnekirin, bêrîkirin û dilsozîya merivan dike. Bindestî, sînor, nefîbûn sedemên van yekan e û ev yek wekî helbest di “Omîdên Windayî” de derketine pêşberî helbesthezan.

“RÊZIMANA MUZÎKÊ”

Edî pirtûkên li ser teoriyên cur bi cur jî li pirtûkxaneya kurdî zêde dibin. Yek ji van jî niha derketiye ku li ser teoriya muzîkê ye. Pirtûka bi navê “Rêzimana Muzîkê” ji aliyê Fatih Marufoglu ve hatiye nivÎsandin. Pirtûk ji sê beşên serekê pêk tê. Başa yekem nivîsandin û xwendina muzîkê ye. Ev beş bi mijara çêbûn û belavbûna deng dest pê dike û dengên ku di çêkirina muzîkê de tên bikaranîn hatine vegotin. Paşê tê qalkirin bê ka muzîk çawa tê nivîsandin û xwendin,  pê re jî têgeh û nîşaneyên ku di nivîsandina muzîkê de tên bikaranîn hatine vegotin.

Di beşa duyem de amûr û dengên ku di jenandin/strîna muzîkê de tên bikaranîn hatine danasîn. Enstruma, li gor taybetmendî û cureyên xwe hatine senifandin û wisa jî qala wan hatiye kirin.

Bote, cure û teşeyên muzîkê jî mijarên beşa sêyem in. Di dîroka muzîkê de kîjan bote hatine bikaranîn hatin vegotin.

Di dawiya pirtûkê de jî li ser peyvên qada muzîkê ferhengokek hatiye amadekirin û weşandin.

“DÎROK Û ŞARISTANÎYA ÛRARTÛYÎYAN”

Heta niha li ser dîroka kurdan hin pirtûkên bi kurdî derketine lê hin beşên dîroka kurdî hene ku hê di tarîtiyê de ne. Niha bi pirtûka “Dîrok û Şaristaniya Ûrartûyan” beşek ji vê beşê derdikeve ber roniyê. Pirtûk ji aliyê nivîskar Îhsan Colemêrgî ve hatiye nivîsandin.

Ûrartûyî li gor pêşîyên xwe Gûtî, Kasît û Mîtanîyan xwedîyê hinek taybetîyên cuda ne. Yek ji wan taybetîyan ew e ku gelek berhemên nivîskî li dû xwe hiştine. Ev jî dike ku mirov agahiyên zêdetir der heqê wan de hîn bibe. Pêşiyên wan bi piranî daketine deştê û di nav qewmên deştî de hatine bişavtin. Lê Ûrartûyî li ser axa xwe û bi rengê xwe mane. Xaleke balkêş jî ev e; tevî ku Med piştî wan derketine hola dîrokê û li qadeke pir berfireh belav bûne jî bi qasî Ûrartûyîyan berhemên mayîn de li dû xwe nehiştine.

Colemêrgî di vê pirtûkên de agahiyên li ser Ûrartûyan pêşkêşî xwendevanan dike. Ew konfederasyona ku ji eşîrên Araratî û Naîrîyan pêk hatiye, bi qasî 300 salan hem li pêşberî artêşên herêmê yên nîzamî li ber xwe daye hem jî di erdnîgarîyeke dorpêçkirî de şaristaniyeke gewre afirandiye. Pirtûk bi kurdî vê şaristaniya ku yek ji şaristaniyên paşeroja kurdan e dide nasîn.

“XOŞXWAN”

“Xoşxwan” dîwana Seydayê Cegerxwîn a yekemîn e. Ev dîwan, ew dîwan e ku nivîskarê wê çend helbestên wê di dîwanên xwe ên din de bi cî kirine û di dawiya dîwana xwe a bi navê “Kî Me Ez” de gotiye: “Ev her du ristên dawî ji dîwana min a kevnare ne, ko min nedixwest wê çap bikim. Her wekû ev ristên ha, di sala 1348- 1925’an de hatine çêkirin, lê ji ber ko gelek gotinên biyanî tê de bûn û heta awira min jî hatiye guhertin, min nexwest wê dîwanê çap bikim, lê destnivîsî li nik min peyda dibe.”

Wekî nivîskar jî dibêje piştî vê dîwanê awira Seydayê Cegerxwîn guherîye. Di vê dîwanê de Cegerxwînekî Xwedênas heye û ji lewma jî pesnê Xwedê û pêxember dide. Lê Seydayê Cegerxwîn di vê dîwana xwe de jî rexneyan li şêx, mela, suxte, paşa, begler, şivan û gavanên Kurd dibarîne û dibêje:

Ey şêxê sahibê tac

Wey Rebê qewmê Kurmanc

Madem tu serbitac î

Çiman tu bêrewac î?

– HESABGÊR/ FERHADÊ MIHEMED / Çîrok / 94 rûpel / 2019

– OMÎDÊN WINDAYÎ / Bonîye-Suad Cegerxwîn / Helbest / 74 rûpel / 2019

– XOŞXWAN / Cegerxwîn / Helbest / 174 rûpel / 2019

– Rêzimana Muzîkê / Fatih Marufoglu / Huner-Teorî / 286 rûpel / 2019

– Dîrok û Şaristanîya Ûrartûyîyan / Îhsan Colemêrgî / Dîrok / 188 rûpel / 2019

Dîrok : 26 07 2019

Çavkanî: www.Diyarname.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir