60emîn Festîvala Fîlman a New Yorkê bi nîşandayîna fîlmê “White Noise” destpê dike

60emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya New Yorkê îsal wê di navbera dîrokên 30ê Îlonê û 16ê Cotmehê de bê lidarxistin û bi nîşandayîna fîlmê Noah Baumback yê “White Noise” re destpê dike.

“White Noise” ji romana Don DeLilloyî ji bo sînemayê hatiye kişandin ku dê promîyera xwe ya cîhanê li bernameya 79emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê bike.

Di “White Noise”yê de lîstikvanên wekî; Adam Driver, Greta Gerwig ve Don Cheadle jî lîstine û senaryoya fîlmê DeLillo û Baumback bi hev re nivîsandine. Fîlm, çîroka profesorekî bi navê Jack Gladneyî tîne li ber perdeya sînemayê ku jiyana wî û jiyanên malbata wî piştî demekê dikeve xeterê.

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: