6emîn Festîvala Derhênerên Jin a Navneteweyî destpê kir

6emîn Festîvala Derhênerên Jin a Navneteweyî di 7ê mehê de li Îzmîrê destpê kir û dê heta dîroka 12ê Adarê li navendên Institut Français Turquie û Îzmir Sanatê bidome. Di çarçoveya festîvalê de îsal wê ji 32 welatên cîhanê 125 belgefîlm, kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj û anîmasyonên metrajdirêj an jî kurteanîmasyon bêne nîşandayîn.

Festîvala Derhênerên Jin îsal cara şeşemîn di navbera rojên 7-12ê Adarê de li dar dikeve ku bernameya festîvalê hate eşkerekirin. Bi tevahî 56 fîlm promîyera xwe ya cîhanê û 70 fîlm promîyera xwe ya Tirkiyeyê li bernameya festîvalê dikin. Hate ragihandin ku temaşevan dikarin 70 fîlmên festîvalê li ser înternetê jî temaşe bikin. Fîlmên derhênerên jin dê ji bo xelata “Meqareya Zêrîn” bikevin pêşbazîyê.

Festîvala Derhênerên Jin a Navneteweyî bi piştgirîya Yekîtiya Ewropayê, Şaredarîya Mezin a Îzmîrê û Institut Françaisê û ji aliyê Komeleya Derhênerên Jin ve tê lidarxistin. Bernameya festîvalê, sînemagerên jin û xebatkarên jin ên sektora sînemayê tîne li cem hev û piştgirî dide fîlmên derhênerên jin.

Ji bo bernameya festîvalê: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: