70emîn Festîvala Fîlman a San Sebastianê destpê kir

Festîvala Fîlman a San Sebastianê yek ji festîvalên herî girîng ên sînemaya cîhanê ye ku îsal cara 70emîn li Spanyayê derdikeve li pêşberî temaşevanan.

Bernameya festîvalê bi nîşandana fîlmê derhênerê navdar ê spanî Alberto Rodriguez ê bi navê “Modelo 77” destpê kir û dê heta roja 24ê mehê bidome. Li beşa bingehîn a bernameya festîvalê wê bi tevahî 17 fîlm ji bo xelata “Îstirîdyeya Zêrîn” (La Concha de Oro) bikevin pêşbazîyê. Li San Sebastianê dê di 13 beşan de (6 beşên pêşbazî û 6 beşên derveyî pêşbazîyê) bi giştî 200 fîlm bêne nîşandayîn.

Hate ragihandin ku Xelata Rûmetê îsal didin li hunermenda sînemayê ya navdar Juliette Binoche û derhêner-senarîstê navdar ê Kenedayî David Cronenberg.

Ji cîhana sînemayê dê gelek derhêner û lîstikvan beşdarî li Festîvala Fîlman a a San Sebastian bibin û bernameya festîvalê wê bi nîşandana fîlmê derhêner Neil Jordan ê “Marlowe” bi dawî bibe.

Ji bo agahî û bername:

Çavkanî: Deadline

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: