76’emîn Festîvala Fîlman a Venedîkê dest pê dike!
76’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Venedîkê (Venezia) di navbera dîrokên 28’ê Gelawêjê û 7’ê Îlonê de li dar dikeve.
Di Festîvala Fîlman a Venedîkê de “Xelata Serketina di Hemû Jiyanê” de îsal dê bidin derhênerê navdar Pedro Almodóvarî û lîstikvan û stranbêja navdar Julie Andrewsê. Di bernameya festîvalê de Seroka Juriya Festîvalê îsal bû derhênera navdar Lucrecia Martel.
Derhênerê navdar ê Spanî Pedro Almodóvare di jiyana xwe ya sînemayê de heta niha 21 fîlmên dirêj kişandin û fîlmên wî ji aliyê temaşevanên sînemayê gelek hatin ecibandin û bandorên mezin li ser sînemaya cîhanê kirine.
Derhênerê navdar Pedro Almodóvare di bernameyên gelek festîvalên fîlman de xelat wergirtin û bi fîlmên xwe yên wekî “Todo Sobre Mi Madre” (1999), “Women On The Verge Of a Nervous Breakdown” (1988), “High Heels” (1991), “Hable Con Ella” (2002), La Ley Del Deseo (1987), La Mala Educacion (2004), “Volver” (2006), “Los Abrozos Rotos” (2009), “La Piel Que Habito” (2011), “Los Amantes Pasajeros” (2013), tê naskirin û fîlmên dawî yên derhênerê “Julieta” (2016) û “Pain and Glory” (2019) ne.
Derhênerê Spanî Pedro Almodóvare ligel Lucrecia Martel û Luis Buñuelî, weke yek ji derhênerê herî bandorker ê sînemaya Spanî tê pejirandin.
Stranbêj, lîstikvan û nivîskara Britanyayî Julie Andrews, fîlmên “The Sound Of Music” (1965) û “Victor Victoria” (1982) jî te de ne di gelek fîlman de leyîstiye.
Di Festîvala Fîlman a Venedîkê de îsal Seroka Juriya Festîvalê bû derhênera navdar Lucrecia Martel. Derhênera Arjantînî Lucrecia Martel yek ji derhênerên herî resen ên Sînemaya nûjenê ye û bi fîlmên xwe yên; “La Ciénaga” (2011), “La Mujer Sin Cabeza” (2008), “Zama” (2017), “La Niña Santa” (2004) û “El aula vacía” (2015) ve tê naskirin. Gelek kurtefîlm û belgefîlmên derhênera navdar Lucrecia Martelê hene.
Festîvala Fîlman a Venedîkê her sal ji aliyê saziya çand û hunerê “Biennale Di Venezia” ve têne li darxistin.
Ji bo agahî û bernameya Festîvalê: https://www.labiennale.org
Çavkanî: https://www.labiennale.org
Nûçe: Sînemaya Serbixwe