7’emîn Festîvala Fîlmên Bêasteng dest pê dike

7’emîn Festîvala Fîlmên Bêasteng di dîroka 7’ê meha Cotmehê dest pê dike û dê heta 20’ê Cotmehê  bidome.

Di çarçoveya Festîvala Fîlmên Bêasteng de her sal ji bo sînemahezên astengdar nîşandayînên fîlman û hin çalakî têne li darxistin. Festîval îsal dê di meha Cotmehê de li Stenbol, Eskîşehîr û Enqere bêne organîzekirin.

Di Bbrnameya Festîvala Fîlmên Bêasteng de îsal 48 fîlmên Tirkiyeyê û cîhanê cih digirin. Nîşandayînên fîlman wê li Stenbolê di navbera dîrokên 7-9’ê Cotmehê de li Salona Sînemayê ya Zaningeha Bogazîçîyê (SineBu) de, li Eskîşehîrê di navbera 11-13’yê Cotmehê de li Navenda Çanda Yunus Emreyê de, li Enqereyê di navbera 16-20’ê Cotmehê de li Navenda Hunerên Nûjen ya Şaredariya Çankayayê û Goethe-Instituyê de, bêne li darxistin.

Di bernameya Festîvala Fîlmên Bêsteng de beşên “Pêşbaziya Bêasteng”, “Ji Cîhanê”, “Ji Bo Zarokan”, “Puxteya Gotinê” û îsal 4 beşên nû yên “Ayrıksı Otu”, “Kuçikên Rênîşander”, “Ji Bo Me”, “Bê Me Qet û Kî Gotiye”, û berhevoka kurtefîlman a hevbeş ku ji aliyê Be In! “Erîşîlebilir Festîvaller Agi” ve hatiye amedekirin, cih digirin. Di çarçoveya Festîvalê de çalakiyên; “Hevpeyivînan”, ji bo zarokan “Hostexana (Atelye) Niwênandin” ji bo zarok û ciwanên biotîzm ” “Danîşana Dostê Otîzm” û “Serpêhatiya Rastîna Ferazî” û “Panêlan” bêne li darxistin.

Fîlmên festîvalê bi pêşdarkirina bideng, zimanê îşaret û binnivîsa bikitekit ve têne nîşandayîn. Hemû çalakîyên festîvalê bêmişe ne.

Festîvala Fîlmên Bêasteng ji aliyê Pûrûlî Kultur Sanat ve tê organîzekirin û îsal European Endowment for Democracy Fund, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê, Weqfa Sabancî û Şaredariya Eskîşehîrê jî piştgirî didin Festîvalê.

Çavkanî: www.filmloverss.com www.engelsizfestival.com

Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir