7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê di 20ê Cotmehê de destpê dike

7emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê di 20ê meha Cotmehê de destpê dike û dê heta 26ê mehê bi nîşandayîna fîlman, hevpeyvîn û çalakîyên din ên sînemayê bidome.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê îsal cara heftemîn derdikeve li pêşberî sînemayê û fîlmên di beşa Berhevoka Fermî yên festîvalê hatin eşkerekirin. Fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên bi Kurdî yên; “Serpêhatiyên Neqewimî”, “Hîwa”, “The Pasha, My Mother, and Me”, “Bîraxane”, “Min ji te re hinar çêkiri bû”, “Laboratory No. 2”, “Berbû, “Seven Symphonies of the Zagros”, “Navnîşan”, “Touching Freedom”, “Nerim mîna hesin”, “Gava Şitil Mezin Dibin”, “I Turn Off the Lights”, “The Witching Hour”, “Çerx”, “Tearing Walls Down”, “The Land of Buried Women” îsal di festîvalê de cî digirin.

Di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya New Yorkê de her sal gelek fîlmên bi Kurdî û biyanî têne nîşandayîn.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê: nykcc.org

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir