7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amadê dest pê dike

7’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amadê di dîroka 28’ê Îlonê de dest pê dike û dê heta 6’ê meha Cotmehê bidome.

Pêşangeha (Fûar) Pirtûkan Amadê her sal ji aliyê TÜYAP (Tüm Fuarcılık Yapım A.Ş.) ve di Navenda Fûar û Kongreyan a TÜYAP’ê de tê li darxistin. Îsal 130 Weşanxane û Saziyên Civata Sîvîl dê beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Amadê bibin.

Di çarçoveya bernameya Pêşangeha Pirtûkan Amadê de dê çalakiyên wekî; panel, dîwankiya helbestan, rojên îmzeyê û xebatên kargehan (atelye) bê li darxistin.

Îsal gelek Weşanxaneyên Kurdî û nivîskar û helbestavanên wekî Berken Bereh, Îsmaîl Beşîkçî, Selîm Temo, Latîfe Tekîn, Lal Laleş, Şeyhmûs Dîken, Aytul Akal, Ahmet Tellî, Şener Ozmen, Feryal Saygıligîl, Erdogan Aydîn, Ayşe Hur, Adnan Ozyalçîner, Canan Tan, Mîne Sogut, Altan Oymen, Bîrsen Ekîm Ozen, Kemal Varol, , Gaye Boralioglu,Toprak İşik, Gulseren Budayıcioglu, Çîgdem Gundeş, Vecdî Erbay, Ahmet Şîmşîrgîl, Bahadir Yenîşehîrlîoglu û Kemal Hamamcîoğlu bi pirtûk û berhemên xwe ve dê beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Amadê bibin.

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê 9 roj dê di navbera seatên 10:00-19.30’ê de ji bo pirtûkhezan vekirî bibe. Bernameya bikitekit û rojên îmzeyê dê di demekê nêzîk de bêne eşkerekirin.

Wêne: Hesabên Medyaya Civakî yên Weşanên Avesta û Weşanên Sorê

Ji bo agahî û têkîlî:
“www.diyarbakirkitapfuari.com”

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir