8emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Meha Mijdarê dest pê dike
Nûçe-Nivîs: Rûmet Med
8emîn Festîvala Fîlman a Duhokê îsal di navbera dîrokên 11-18ê Meha Mijdarê de derdikeve li pêşberî sînemahezan.
Festîvala Fîlman a Duhokê yek ji festîvalên fîlman ên girîngtir ên sînemaya Kurdî ye û sala par wekî gelek festîvalên din ên cîhanê ji ber şewba nexweşiya coronayê hatibû paşxistin. Hate eşkere kirin ku îsal bernameya festîvalê dê di dîroka 11ê Meha Mijdarê de dest pê bike û dê 7 rojan bidome. Îsal mêvanên rûmetê yên bernameya festîvalê sînemagerên Efxanistanê ne ku fîlmên Efxanistanê yên klasîk û nûjen li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê bêne nîşandayîn. Fîlmê “Osama” (2003) yê derhênerê navdar ê efxan Siddiq Barmakî ku ji Xelatên Girover/Globe a Zêrîn xelata ‘Di Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî’ girtibû û fîlm, li rojên Festîvala Fîlman a Duhokê bête nîşandan.
Ji bultena înternetê ya festîvalê:
“Gera heştê ya Filmefestîvala Duhokê ya navdewletî, bi dilxweşî ve radigehîne; ku bala programê îsal dê li ser Cînema ya Efxanistanê be. komeka filmên kilasîk û sînemaya hevdem ya Efxanistanê, li gel filmên navdewletî li ser welatê Efxanistanê dê nîşan bide, Li gel dengên lokal, dîyaspora û navdewletî, herwisa panorama dê rengvedana mijarên civakî, sîyasî û hunerî be, dê demê borî û demê niha bi hevra girê bide.
Ji balkêşên programî, derhêner Sedîq Bermak ji Efxanistanê ku niha li mişextgehê li Parîsê dijî, dê filmê xwe yê navdar bi navê (Osame) nîşan bide,(Efxanistan/ Hollanda/ Japonya/ Îran 2004, Golden Globe ji bo filmê bîyanî yê herebaş). Filmekê din yê kilasîkî yê balkêş ji programî, filmê (Qendehar) yê derhêner Mohsen Makhmalbaf (Îran/ Fransa 2001/ Fêkşin/ berîkaneya Cannes).
Şewket Emîn Korkî (Rêveberê Hunerî): di van demên dijwar da, ji bo me giringtir e ku em flimsazên Efxanistanê mêhvan bikin Duhukê, ji bo lihevguherîn (danûstandin) û hevgirtinê nîşan bidin.
Mehmet Ektaş (Berpirsê Programên Navdewletî): Rastî sînemayê dirist dike, mîna ku sînemaya kurdî ji Yelmaz Goneyî ta îro. mijara mişextgehê (Menfa), penaberî û çavdêrî, bûne pişkeka mezin ji çêkirina filmên Efxanistanê. Ji bo me pir gring e ku em balê li ser dîmenên sînemaya Efxanistanî û rûbrûbûn û lêkguherîn û parverkirina serboran dabinin.”
Xwedîyê xelata Golden Globe Seddîq Bermek wê bejdarî filme fêstîval a duhok ê bibe
“Bi dilxweşî radgehînîn derhêner “SEDIQ BERMEK” xwedîyê xelata “Gulden Globe” hatîye helbijartin wek serokê jorîya filmên nêvneteweyî yên dirêj li filme fêstival a Duhokê, ku ji 11 ta 18 î çirya duyê ya 2021ê hête encamdan, em bi navê filme fêstival ê pirr bi dilşadî bi xêrhatina derhêner û filmsazê navhatî dikeyîn, jêra dibêjîn, tu bixêrhatî bo gera heştemîn ya filme fêstivala Duhok ê ya nêvneteweyî.”
#DuhokIFF #DuhokIFF2021
Li bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê her sal di du beşên; “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê” de tête li darxistin û di çarçoveya festîvalê de gelek fîlmên dirêj, belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên anîmasyon derdikevin li pêşberî sînemahezan û têne xelat kirin. Di rojên festîvalê de, bi beşdarî derhêner û lîstikvanên fîlman hevpeyvînan têne çêkirin.
Ji bo agahî: https://www.duhokiff.com/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com