8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê

8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê îsal dê di navbera dîrokên 26’ê Reşemî û 1’ê Adarê de li Êlihê bê li darxistin û bo festîvalê serîlêdanên fîlman dest pê kiriye û dê heta 25’ê meha rêbendanê bidome.

Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney a Batmanê ji bo bîranîna derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî, dê ji nû ve li Êlihê bê li darxistin. Bo festîvalê serîlêdanên fîlman dest pê kiriye ku dê heta dîroka 25’ê rêbendanê bidome.

Şaredariya Batmanê, Navenda Çanda Bahar, Yeni Sînema Kolektîfî BART (Komeleya Çand û Huner a Batmanê) û Yenî Sahneyê, di navbera 26’ê Reşemî û 1’ê Adarê de 8’emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney li dar dixe. Di bernameya festîvalê de îsal, beşên pêşbirkê hatine rakirin û di şûna vê de ji bo belgefîlm û kurtefîlman beşên pêşxistin û piştgirîyê hatine eşkerekirin. Di çarçoveya beşa Piştgirî û Pêşxistina Belgefîlman de bo du projeyan 10.000 TL û di çarçoveya beşa Piştgirî û Pêşxistina Kurtefîlman de bo du projeyan 10.000 TL dê piştgirî bidin.

Derhêner û sînemavan dikarin projeyên xwe heta 25’ê Rêbendana 2020’ê bigehînin/bişînin li festîvalê.

Ji bo agahî û têkilî: www.yilmazguneyfilmfestivali.com

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir