8emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê destpê kir
8emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê di 27ê Îlonê de destpê kir û dê heta 1ê meha Cotmehê bi nîşandayîna gelek belgefîlmên bi Kurdî bidome. Festîvalê piştî demekê dirêj derdikeve li pêşberî temaşevanan û bernameya festîvalê hate eşkerekirin.
Belgefîlmên festîvalê dê li salonên Şanoya Bajêr a Amedê, Sînemayê ya Bezgîn Bekîr, Zarok MA û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê bêne nîşandayîn. Forûmeke bi navê “Astengiyên li hember çêkirina belgefilman” û gotbêjeke bi sernavê “Di çêkirina belgefilman de pirsgirêkên etîkê” jî hatine amadekirin.
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin. Bernemaya festîvalê jî diyar bû û dê pênc rojan bidome.
Ji bo belgefîlman pêvajoya serîlêdanê di meha Tîrmehê de destpê kiribû û heta dîroka 31ê Tîrmehê berdewam kir. Hatibû ragihandin bernameya festîvalê îsal belgefîlmên ku piştî sala 2020ê hatine kêşandin qebûl dike. Bernameya 8emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê îsal bi piştgirîya bernameya Sîvîl Duşunê ya Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekirin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com