8emîn Mîhrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê di 27ê Îlonê de destpê dike
Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê ji aliyê Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn ve tê lidarxistin ku îsal di navbera dîrokên 27ê Îlonê û 1ê Cotmehê de cara 8emîn derdikeve li pêrşberî temaşevanan. Bernameya Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê piştî demeke dirêj tê lidarxistin û afîşa festîvalê hate weşandin.
Ji bo belgefîlman pêvajoya serîlêdanê di meha Tîrmehê de destpê kiribû û heta dîroka 31ê Tîrmehê berdewam kir. Hatibû ragihandin bernameya festîvalê îsal belgefîlmên ku piştî sala 2020ê hatine kêşandin qebûl dike. Bernameya 8emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê îsal bi piştgirîya bernameya Sîvîl Duşunê ya Yekîtiya Ewropayê hatiye amadekirin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com