9’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê dest pê dike!

9’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal di navbera dîrokên 1-7’ê meha Gelawêjê de li Bajarê Berlînê li dar dikeve.

Di bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê her sal gelek fîlmên dirêj, kurte fîlm û belgefîlmên bi zimanên Kurdî û Elmanî ve têne nîşandan. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal li ser nerînên jinan ên di fîlmên Kurdî de disekine.

Bernameya 9’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê wê bi fîlmê “Keçên Rojê” (Girls of The Sun) dê dest pê bike û fîlmên “Diyalog” (Dialogue), Dîstand û Zagros jî tê ne de; 40 kurtefîlm, belgefîlm (dokûmanter) û fîlmên dirêj bêne nîşandan. Bernameya festîvalê wê 7 roj bidome.

Ji bo agahî û bernameya Festîvalê: http://www.kurdischesfilmfestival.de

Nûçe: Sînemaya Serbixwe

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir