9’emîn KuirFest a Pembe Hayatê dest pê dike
KuirFest a Pembe Hayatê îsal cara 9’emîn û dê di navbera dîrokên 23 û 27’ê meha Rêbendanê de li Stenbolê bê lidarxistin û bi bernameya festîvalê de gelek fîlm têne nîşandan.
Li gorî nûçeya ku di malpera Kaos GL’yê de cih digire, Komeleya LGBTT’ê îsal cara 9’emîn, di navbera dîrokên 23-27’ê meha Rêbendanê de, Festîvala Fîlman a KuirFest a Pembe Hayatê li dar dixe.
Di bernameya festîvalê de îsal dê fîlmên ku bi mijarên wekî; pîrîtî, helbest, trans, haller, penaber, gullum, evîn, înterseks û dîroka magazînê ve hatine kişandin, bêne nîşandan.
Galaya festîvalê wê di dîroka 23’yê meha Rêbendanê de bi nîşandan fîlman bê kirin û piştî nîşandana fîlman, dê konsera Banû Alkanê bê lidarxistin.
Di çarçoveya bernameya festîvalê de, dê Zahter, Şevval Kılıç, Özgür Kaktüs, Asîde û Deus ex Machina konseran bidin û Dudakların Cengi derbikeve li ser dikê.
Ji bo agahî û têkîlî: http://www.pembehayatkuirfest.org/
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com