“Ad Astra”, “Gorulmuştur” û yên din
Di vê hefteya meha Îlonê de li salonên sînemayan 3 anîmasyon, 10 fîlm ketin vîzyonê. Ji fîlmên vê hefteyê; “Ad Astra” (Ber Bi Stêrkan ve) “Hatiye Dîtin” (Görülmüştür), “Annem” (Diya Min) û “Zoo Wars 2” (Baxçeyê Heywanan) derdikevin pêş.
Fîlmê “Ad Astra” (Ber Bi Stêrkan ve) ku ji aliyê James Gray ve hatiye nivîsandin û kişandin, qala serpêhatiya stêrger (astronot) û endezyarekî fezayê dike û rêwîtiya wî ya ber bi gerstêrka Neptûnê nîşan dide. Di fîlmê de lîstikvanên wekî; Brad Pitt, Liv Tyler, Ruth Negga, Tommy Lee Jones, Anne McDaniels, Donald Sutherland cih digirin.
Mijara yekem fîlmê metrajdirêj ê derhênerê kurd Serhat Karaaslanî, yê “Hatiye Dîtin”ê (Gorulmuştur), girtîgeheke li bajarê Stenbolê derbas dibe û çîroka memûrekî ku nameyên girtîyan kontrol dike, nîşan dide. Di fîlmê “Gorulmuştur” de lîstikvanên wekî; Berkay Ateş, Saadet Işil Aksoy, Fusun Demirel, Îpek Turktan Kaynak, Erdem Şenocak, Mufît Kayacan, Banû Fotocan lîstine.
“Gorulmuştur” li bernameyên Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Duhok, Stenbol, Enqere û Karlovy Varyê hate nîşandan û li 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Xelatên “Derhênerê Herî Serketî” û “Senaryoya Herî Serketî” girtin û fîlm, di navbera dîrokên 23-29’ê meha Îlonê de dê di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Kozeya Zêrîn a Edeneyê de bê nîşandayîn.
Fîlmên Vê Hefteyê:
“Ad Astra” / Derhêner: James Gray û Senaryo: James Gray, Ethan Gross
“Gorulmuştur” / Derhêner û Senaryo: Serhat Karaaslan
“Annem” / Derhêner: Mustafa Kotan û Senaryo: Evren Erdoğan, Ayşe Balıbey, Bener Karaçor
“Zoo Wars 2” / Derhêner: Evan Tramel, James Snider û Senaryo: BC Furtney
“Kin” / Derhêner û Senaryo: Mohsen Rabiei
“Baglılık: Asli” / Derhêner û Senaryo: Semîh Kaplanloglu
“Manou the Swift” / Derhêner: Christian Haas, Andrea Block û Senaryo: Axel Melzener, Andrea Block, Phil Parker
“Farmtastic Fun” / Derhêner: Pippa Seymour û Senaryo: Denise Schooler
“Siddah” / Derhêner û Senaryo: Funda Tırpan
“Rambo: Last Blood” / Derhêner: Adrian Grunberg û Senaryo: Matthew Cirulnick, Sylvester Stallone
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com