“Aforoz” ji bo 32yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Muestrayê hate hilbijartin

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Muestrayê her sal li Palenciaya Spanyayê tê lidarxistin û îsal cara 32yemîn dê di navbera dîrokên 24ê Reşemî û 4ê Adarê de derbikeve li pêşberî temaşavanên sînemayê. Kurtefîlmê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” îsal ji bo bernameya festîvalê hate hilbijartin.

Kurtefîlmê “Aforoz” ji aliyê derhêner û akademisyenê kurd Yilmaz Ozdîl ve hate nivîsîn û kişandin ku rêwîtiya festîvalan fîlmê didome. Kurtefîlm dê di çarçoveya 32yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Muestrayê bê nîşandan. 

“Aforoz”, di beşên pêşbirkên kurtefîlman ên 12emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê û Festîvala Fîlman a CortoDinoyê de jî hate nîşandayîn û ji Festîvala Fîlman a Navnetewetî ya Montecatînîyê (Îtalyayê) ‘Xelata Mansîyonê’, li 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Xelata ‘Kurtefîlmê Kurdî yê Herî Serketî’, li 12emîn Festîvala Fîlman a Cortodinoyê ‘Xelata Rêzgirtinê’ û li 12emîn Festîvala Fîlman aa Argoyê (Yewnanistan) Xelata Kurtefîlmê ‘Herî Serketî’ girtin.

Kurtefîlm, qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike û ji Festîvalên Fîlman ên Gáldarê û SAMAyê Xelatên Lîstikvanê Baştirîn û Fîlmê Baştirîn girtin. “Aforoz”, heta niha li seranserê cîhanê ji bo bernameyên Festîvalên Fîlman ên wekî Torino Underground CINEFEST, Selanîk, Montecatînî, Aesthetica, Armagnac, Porteqala Zêrîn, Middle East Now, Waterford, Tuzla û Festîvala Kurtefîlman a Musiqê ya Dublinê, 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Caprî Hollywoodê (Îtalya), 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYA), 9emîn 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, 12emîn Festîvala Kurtefîlman a Argoyê (Yewnanistan), 8emîn Hefteya Fîlman a Navneteweyî ya Sierrayê (Bolîvya) de û 13emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan ya Karamayê (Urdun) hate hilbijartin.

Yilmaz Ozdîl kî ye ?

Yilmaz Ozdîl di sala 1979ê de li Colemêrgê hate dinê. Ji beşa Rojnamegerî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye û di beşa Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Wanê weke erkedarê lêgerînê xebitîye. Di sala 2006ê de çûye li Frensayê û li CARELê hînî bi zimanê fransî bûye. Ozdîl,  perwerdehîya xwe ya lîsansa bilind li Zanînega Sorbonneyê ya Pantheonê xelas kiriye û dûre di Zanîngeha Sorbonne Nouvelleyê de teza xwe ya “Avakirina Dîtbarî ya Nasnameyên Kurd di Sînemayê de amade kiriye û bûye doktorê sînemayê.

Yilmaz Ozdîl heta niha derhênerîya gelek belgefîlman kiriye û di projeyên fîlman de weke alîkarî derhênerê cih girtiye û kurtefîlmê wî yê “Barê Giran” Festîvala Fîlman a Cannes jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî de hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Ozdîl, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê weke endamê hîndekarîyê dixebite. *

Sînemaya Serbixwe – www.sinemaserbixwe.com 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir