“Aforoz” wê li 4emîn Festîvala Kurtefîlman Oxfordê bê nîşandayîn
Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” dê di rojên 15-23yê Îlonê de li 4emîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Oxfordê, li Brîtanyayê bê nîşandayîn. “Aforoz” bo sê beşên bernameya festîvalê weke berendam hate nîşandayîn ku wê ji bo xelatên “Derhênerê/a Herî Serketî”, “Lîstikvanê Herî Serketî” (Saman Mustefa) û “Sînematografîya Herî Serketî” (Dilşat Canan) bikeve pêşbazîyê.
Kurtefîlm, rêwîtîya xwe ya festîvalên fîlman li seranserê cîhanê didomîne û herî dawî li çarçoveya Festîvala Fîlman a Mostremp Cinema Rural al Pallarsê (Spanya) xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girt. Di destpêka Gelawêjê de hate eşkerekirin ku kurtefîlmê “Aforoz” ji bo beşên Berhevokên Fermî yên 14emîn Festîvala Fîlman a Cerdenyayê (Spanya), Festîvala Kurtefîlman a Navnateweyî ya Oxfordê (Brîtanya), 10emîn Festîvala Fîlman a Kraljevskîyê (Sirbîstan) û 5emîn Festîvala Fîlman a Taste of Anatolia: Film From Turkeyê (Brîtanya) hilbijartine. Kurtefîlm dê di 14ê meha Cotmehê de li bernameya sînemayê yên chalaKINOyê (Wan) jî derbikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê.
“Aforoz”, di meha Pûşberê de ji 17emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Riverê xelata ‘Kurtefîlmê Mafê Mirovan ê Herî Serketî” (Golden River, Îtalya) û li bernameya 10emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya FOLCSê (New Yorka DYAyê) xelata “Senaryoya Herî Serketî” girtibû, ji bo bernameyên 12emîn Festîvala Fîlman a Tourê ya Navneteweyî (Îtalya), 12emîn Mostremp – cinema rural al Pallarsê (Spanya), 13emîn Bazara Kurtefîlman a Navneteweyî ya Figari (Îtalya) û 12emîn Festîvala Navneteweyî ya Sînema û Bîra Hevpar (Festival International de Cinéma et de mémoire commune, Mexrib) hatibû hilbijartin.
Di meha Gulanê de hatibû eşkerekirin ku kurtefîlm ji bo bernameyên 40emîn Festîvala Fîlmên Hunerî ya Asoloyê (Îtalyayê), li 13emîn Festîvala Kurtefîlman a Mediterraneanê (Îtalyayê), li 6emîn Photometria in Motion (Yewnanistan), li 11emîn Festîvala Fîlman a Ruralê (Spanya), li 11emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya La Guarimbayê (Îtalya) û li 26emîn Festîvala Kurtefîlman a Détours En Cinecourtê ya Navneteweyî (Frensa) hatiye hilbijartin. Di hefteya yekem a Avrêlê de ragihandin ku kurtefîlmê bi Kurdî “Aforoz” ji bo beşên pêşbirk ên 6 festivalên fîlman ên Japonya, Îtalya, DYA Û Belçîkayê hate hilbijartin û herî dawî li beşa pêşbirk a 42emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê darket li pêşberî sînemahezan.
“Aforoz” qala çîroka ciwanekî bi navê Ziko dike û li bajarê Bedlîsê hate kêşandin. Kurtefîlm, ji Festîvalên Fîlman ên Gáldarê û SAMAyê xelatên ‘Lîstikvanê Baştirîn’ û ‘Fîlmê Baştirîn’, li Festîvala Fîlman a Navnetewetî ya Montecatînîyê (Îtalyayê) ‘Xelata Mansîyonê’, li 9emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê Xelata ‘Kurtefîlmê Kurdî yê Herî Serketî’, li 12emîn Festîvala Fîlman a Cortodinoyê ‘Xelata Rêzgirtinê’ û li 12emîn Festîvala Fîlman a Argoyê (Yewnanistan) Xelata Kurtefîlmê ‘Herî Serketî’ girtin.
Kurtefîlm, heta niha li seranserê cîhanê, li bernameyên Festîvalên Fîlman ên wekî Torino Underground CINEFEST, Selanîk, Montecatînî, Aesthetica, Armagnac, Porteqala Zêrîn, Middle East Now, Waterford, Tuzla û Festîvala Kurtefîlman a Musiqê ya Dublinê, 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Caprî Hollywoodê (Îtalya), 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Sacramentoyê (DYA), 9emîn 27emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, 12emîn Festîvala Kurtefîlman a Argoyê (Yewnanistan), 8emîn Hefteya Fîlman a Navneteweyî ya Sierrayê (Bolîvya) de û 13emîn Festîvala Fîlman a Mafên Mirovan ya Karamayê (Urdun) hate nîşandayîn.
“Aforoz” bi piştgirîya Bernameya Piştgirî ya Çand û Hunerê ya Culture Civicê û Bernameya Ramana Sîvîl ya Yekîtiya Ewropayê ve hate kêşandin.
Kurtefîlmê “Aforoz” ji bo beşa pêşbazî ya 15emîn Festîvala Fîlman ya Medyayê de (DYA), li 21emîn Festîvala Fîlman a Gundan ya Navneteweyî ya Aporia (Koreya Başur) û 6emîn Festîvala Fîlman ya Serbixwe ya Santanderê (Kolombîya), 32yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Muestrayê (Palenciaya Spanyayê), li festîvala xwedî li sertîfîkaya Oscarê, Cinequest Film & VR Festival (CQFF), ji bo beşa pêşbazîyê ya 33yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya The Digital Gate (Cezayîr) û 10emîn Pêşbirka Kurtefîlman a Navneteweyî ya FOLCSê (New York, DYA), Festival Tout Court de Gisors û L’Europe autour de l’Europe: Festival de films européens de Parisê (Frensa) û Cinequest Film & Creativity Festivalê, ji bo beşên pêşbirkên kurtefîlman ên 12emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê û Festîvala Fîlman a CortoDinoyê de hate hilbijartin ku heta niha di çarçoveya gelek festîvalên fîlman de derket li pêşberî temaşevanên sînemayê û xelat girtin.
Yilmaz Ozdîl kî ye ?
Yilmaz Ozdîl di sala 1979ê de li Colemêrgê hate dinê. Ji beşa Rojnamegerî ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bûye û di beşa Sînema û Televîzyonê ya Fakulteya Hunerên Bedew a Zanîngeha Wanê weke erkedarê lêgerînê xebitîye. Di sala 2006ê de çûye li Frensayê û li CARELê hînî bi zimanê fransî bûye. Ozdîl, perwerdehîya xwe ya lîsansa bilind li Zanînega Sorbonneyê ya Pantheonê xelas kiriye û dûre di Zanîngeha Sorbonne Nouvelleyê de teza xwe ya “Avakirina Dîtbarî ya Nasnameyên Kurd di Sînemayê de amade kiriye û bûye doktorê sînemayê.
Yilmaz Ozdîl heta niha derhênerîya gelek belgefîlman kiriye û di projeyên fîlman de weke alîkarî derhênerê cih girtiye û kurtefîlmê wî yê “Barê Giran” Festîvala Fîlman a Cannes jî tê de di bernameya gelek festîvalên fîlman ên neteweyî de hate nîşandan û di gelek beşan de xelat girtin. Ozdîl, li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê weke endamê hîndekarîyê dixebite. *
Sînemaya Serbixwe – www.sinemaserbixwe.com