“After The Wedding” û fîlmên din

Di hefteya dawiya meha Cotmehê de li salonên sînemayan fîlmekî anîmasyon, bi tevahî 6 fîlm ketin vîzyonê. Vê hefteyê fîlmên; “After The Wedding”, “The Staggering Girl” û “Le Daim” derdikevin pêş.

“After the Wedding” ji fîlmê “Efter Brylluppet” (2006) îlhama xwe girtiye û ji aliyê Susanne Bier ve, ji nû ve bo sînemayê hate kişandin. Fîlmê “Efter Brylluppet”, di beşa “Di Zimanê Biyanî de Fîlmê Herî Serketî” de bo Oscarê weke berendam hatibû nîşandan.

Fîlmê “The Staggering Girl” cara yekem li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hate nîşandan û qala jiyana nivîskareke bi navê Francescayê dike. Serlîstikvana fîlmê Julianne Moore ye. Derhênerê fîlmê Luca Guadagnino bi fîlmên xwe yên “Call Me by Your Name” (2017) û “Suspiria” (2018) ve tê naskirin.

“Le Daim” cara yekem li Festîvala Fîlman a Cannesê di beşa “Panzdeh Rojên Derhêneran” de hatibû nîşandan. Cureya fîlmê mîzaha reş e û qala jiyana mirovekî tenê û xwebîn dike.

Fîlmên vê hefteyê:

“After the Wedding” / Derhêner: Bart Freundlich û Senaryo: Anders Thomas Jensen, Susanne Bier, Bart Freundlich

“Le Daim” / Derhêner û Senaryo: Quentin Dupieux

“The Staggering Girl” / Senaryo:
Luca Guadagnino û Senaryo: Michael Mitnick

“Cînayet Susu” / Derhêner: Alî Atay û Senaryo: Alî Atay, Azîz Kedî, Feyyaz Yigit

“Bûlmaca Kulesî: Dev Kûşûn Gîzemî” / Derhêner: Ahmet Erdal û Senaryo: Ahmet Erdal, Ahmet Ercan

“The Informer” / Derhêner: Andrea Di Stefano û Senaryo: Matt Cook, Andrea Di Stefano, Rowan Joffe

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir