Akademîya Oscarê piştî 50 salan ji lîstikvana çermsor Sacheen Littlefeather lêborîn xwestin
Akademîya Oscarê bi daxuyanîyeke fermî, piştî 50 salan ji lîstikvan û aktîvîsta çermsor Sacheen Littlefeather lêborîn xwestin. Di sala 1973yê de li merasîma Xelatên Oscarê lîstikvana çermsor Sacheen Littlefeather derket ser dikê da ku xelata Lîstikvanê Herî Serketî ku ji Marlon Brando re hatibû dayîn red bike.
Lîstikvanê navdar Marlon Brando vê salê bi fîlmê xwe yê “The Godfather” re ji bo Xelata Lîstikvanê Herî Serketî hatibû hilbijartin û Brando jê lîstikvan Littlefeather reca kiribû ku di merasîmê de derkeve ser dikê û xelata min nepejirîne. Lê lîstikvana çermsor li vir rastî gotinên nijadperest hatibû. Li gorî ku di nûçeya malpera BBCyê de cî digire, serokê Akademîya Oscarê (Akademîya Huner û Zanistên Sînemayê) David Rubin eşkere kir ku “Rewşa ku wê rûbirû ma nelicih û neheqî bû” û piştî 50 salan em ji lîstikvana çermsor Sacheen Littlefeather lêborîn dixwazin û dê ji bo lîstikvan çalakîyeke taybet bê lidarxistin. Derhêner Francis Ford Coppola wê salê ji Xelatên Oscarê Xelata Fîlmê Baştirîn girtibû.
Marlon Brando xelata xwe, ji ber ku helwest û kiryarên endustrîya fîlman ên li ser Çermsorên Amerîkayî berdewam dike, napejirandibû. Sacheen Littlefeather di axaftina xwe ya li ser dikê de gotibû “Di dahatûyê de, dil û xweşbînîya me dê bi hezkirin û comerdîyê bigihîn hev.”
Lîstikvan û aktîvîst Sacheen Littlefeather di 75 saliya xwe de ye û ji ber nexweşîya kansêrê ligel rojnamegeran kêm hevpeyvîn dike. Littlefeather, di derbarê lêborîna Akademîya Oscarê de daxuyanîyeke da û got; “Em mirovên xwecihî pir bisebir in, ez tenê 50 sal li bendê vê lêborînê mam! Pêwîst e ku em her gav hestê xwe yê henekê zindî bihêlin, riya ku li jiyanê bûnê ev e.” Lîstikvan axaftina xwe wiha domand, “Ez li ser dikê ji aliyê lîstikvan John Wayne ve bi zorê hatim astengkirin û nehîştin ez ji xwe re kar peyde bikim.”
Çavkanî: Birgün
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com