Akî Kaurismäkî dest bi kişandina fîlmê nû dike
Akî Kaurîsmäkî di sala 2017ê de malnişîn bû, lê xebatên xwe yên sînemayê didomîne. Derhêner ragihand ku ew ê dest bi kişandina fîlmê xwe yê nû bike û navê fîlmê “Dead Leaves” e. Hate ragihandin ku serlîstikvanên fîlmê, Alma Pöysti û Jussi Vatanen in. “Dead Leaves” dê bibe fîlmê metrajdirêj ê 19emîn ê Akî Kaurismäkîyî û dîroka destpêka kişandina fîlmê weke dawiya meha Gelawêja vê salê hate eşkerekirin.
“Dead Leaves” dewama Sêbareya Proleteryayê ye û dê di nava sala 2023yê de bikeve vîzyonê. Fîlm, dê ji aliyê pargîdanîya çêker a Sputnik ve bê kişandin û dê bi rêya B-Plan Distributionê derbikeve li pêşberî sînemahezan.
Sêbareya Proleteryayê; ji fîlmên “Shadows in Paradise” (1986), “Ariel” (1988) û The Match Factory Girl”ê (1990) pêk tê.
Çavkanî: Variety
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com