Albûma duyemîn a hunermend Tara Mamedovayê hate weşandin
Albûma duyemîn a hunermenda kurd Tara Mamedovayê bi navê “Performansa Zindî Live” derket. Albûma nû ya Tara Mamedovayê ji 7 stranan pêk tê.
Tara Mamedova piştî 5 salan albûmeke nû ya bi navê “Performansa Zindî Live” derxist û di albûma nû ya hunermendê de 7 stran cih digirin û weke cureya Etnîk-Caz hatine gotin.
Hat ragihandin ku hunermend Tara Mamedova hemû dahatêya albûma xwe ya nû da Deutsch- Kurdisches Kulturinstitutyê (Enstîtûya Alman-Kurd ) û hunermend dê li bajarên Amed, Êlih, Wan, Mêrdîn, Stenbol, Enqere û Îzmîrê konsêran bide.
Albûma nû ya Tara Mamedova’yê ji 7 berhemên pêk tê û bi navê “Performansa Zindî Live” di platformên dîjîtal de hate weşandin. Gotin û muzîkên du stranên albûmê ji aliyê hunermend ve hatine bestekirin û 3 berhemên albûmê gelêrî ne, kilameke hunermendê navdar ê kurd Şivan Perwer û straneke gelê Rûs jî cih digirin.
Hunermenda kurd Tara Mamedova bi eslê xwe Kirgîzistanê ye û yekem albûma wî ya “Ax” di sala 2014’ê de derket li pêşberî muzîkhezan.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com