Albûmên Yûnûs Dîşkaya êdî dê li ser Red Musicê bêne weşandin!

Albûmên muzîk ên hunermendê kurd Yûnûs Dîşkaya êdî dê li ser Red Musicê bêne weşandin. Hate ragihandin ku hemû albûmên muzîk ên hunermendê kurd Yûnûs Dîşkaya êdî li ser Red Music Digitalê û dê bi riya Youtube ve bêne weşandin. Agahî, li ser hesabê medyaya civakî yê hunermendê hate parvekirin, “Di demeke nêz de, hemû album, li ser platformên dijîtal û youtubeê, dê ji alîyê Red Music Digitalê ve bêne weşandin.”

Yûnûs Dîşkaya kî ye: Hunermendê kurd Yunus Dîşkaya li Navçeya Kahtayê girêdayî ya Semsûrê ji dayîk bû, Zanîngeha Stenbolê de ziman û wêjeya Îngilîzî xwend û wekd Akademîsyen xebitî.

Hunermendê muzîkê Yûnûs Dîşkaya ji xwe re dibêje “Hunermendê Mal” (Ev Sanatçısı), mîna orkestrayekê bi tena serê xwe xebatên xwe yên muzîkê didomîne. Hunermend heta niha bi Kurdî û Tirkî gelek albûmên muzîkê derxistin, û stran û kilamên xwe di platforma înternetê de parve dike. Yûnûs Dîşkaya gelek helbestên Cegerxwîn, Arjen Arî, Sabahattîn Alî, Kamiran Alî Bedirxan, Can Yucel, Omer Xeyyam û hwd. kiriye stran û beste. (Çavkanî: https://www.rumetmed.blogspot.com)

Nûçe: Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: