Alfred Hitchcock û Fîlmê Rope (Biryara Kuştinê)

Hitchcock yek ji sînemagerên mezin yên cîhanê ye. Her çiqasî bi eslê xwe ji Ingilîzîstanê be jî ji bo sînemayê Hollywoodê xebitî ye. Nav û nîşana xwe li ser dîroka sinemaya cîhanê bi neqşên zêrîn neqişandîye. Her çiqasî bêhtir bi fîlmên Pshyco û Vertîgo bêhtir nav û denge wî belav kiribe jî fîlmê bi navê Rope jî ne kêmî wan her duyan a.

Pîyesa fîlmî ji şanonemeya Patrick Hamilton hatîye adaptekirin. Heta niha Hitchcock bi fîlmên xwe yên reş û spî derketibû pêşberî temaşevanên xwe lê ev fîlmê rengîn yê yekemîn ku derhêner kişandî kamerayê.

Hitchcock di fîlmê Pshyco de di beşa pêşî de tişta nehatî ceribandin ceribandibû û lehengê sereke dabû kuştin û heta dawîya fîlmî jî nasnameya kujer veşartî hêliştibû. Di fîlmê Rope de hema beje heman tiştî derdixe pêşberî sînemahezan. Dîsa cînayet di sehneya pêşînde li ber çavên temaşevanan tê kirin û laşê wî di sindoqeyekê de tê veşartin. Lê di fîlm de kujer di destpêk heta dawîya fîlm li ber çavên temaşevanan dimînin. Hitchcock dîsa bi vê destpêka fîlm bala temaşevanan dikşîne ser fîlm û di qada sînemayê de dîsa tişta nehatî ceribandin bi awayekî serkeftî ceribandîye. Ji xwe tişta ku Hitchcock dike ew ev xebatên ku qet nehatine ceribandinin.

Çîroka fîlm ji bûyereke rastîn hatîye meydanê. Bûyer di salada 1924an qewimîye. Du heb xwendevanên zanîngehê ji bo mirovên serdest (Hyperanthropos) ji bo fantezîyên xwe yên Hîtlervarî ku hemû bi fikren Nietzcheyî ve gîredayîye bînin meydanê plana kuştinekê çêdikin û wê planê jî nîvpisporî bi rê ve dibin. Patrick Hamilton di bin bandora vê bûyerê de dimîne û li ser vê bûyerê şanonameya xwe dinîvîse. Vê carê Hitchcock di bin bandora vê xebata Hamiltonî de dimîne û bi heman navî ji vê şanonameyê bi awayekî serkeftî dike metnê sînemayê.

Di fîlmde John û Farley du heb xwendavên zanîngehê ne û zayenda wan jî mêrên nermik in. Ji gotinên mamosteyên xwe û Nietzcheyî têsîr digrin. Radibin di sehneya pêşîn de hevalên xwe dikujin û dixin sandoqê de. Dantele davêjin ser sindoqê xwarin û mezeyên xwe datînin ser. Piştre jî gazî hin hevalên xwe, destgirtîya kesê mirî û dê û bavên wî dikin. Fîlm tenê di mekanekê de dibihûre lê tene carna cih û objektîfa kamerayê tê guhertin. Di fîlm de dema diyalog û dema wext di yek xeteke neşikestî de derbas dibe. Fîlm ji 10 planan û her planên wê jî ji deh deqîqeyan pêk tê.

Gelo biryarê kuştina mirovekî/ê maf e an na? Heger kuştin mafek be gelo ev maf mafê kîjan mirovan e? Di fîlm de ev mesele bi girîngî tê nirxandin.

Nivîs: Mela Mihyedîn

Nasname (Kunya) Fîlm

Derhêner: Alfred Hitchcock

Lîstikvan: James Stewart, John Dall, Farley Granger

Sal: 1948

Senaryo: Patric Hamilton

Pûanê IMDB: 8

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: