“And Then We Danced” û fîlmên din
Di hefteya sêyemin a meha Mijdarê de li salonên sînemayan belgefîlm û anîmasyon jî têde, bi giştî 7 fîlm ketin vîzyonê. Di hefteya nû de, “And Then We Danced”, “De Dirigent” û “Kralîçe Lear” derdikevin pêş.
Merab li Tîflîsê diçe perwerdehiya reqsên gelê û dixwaze ku bibe reqsvanek navdar. Rojek, Iraqîyek ji bajarekî din tê û beşdarî li koma reqsê dibe û di navbera Merab û Iraqî de berberîyek dest pê dike û pişt re jî têkîliyên wan diguhere.
“And Then We Danced”, fîlmê seyêmin ê derhênerê Gurcistanî Levan Akinî ye û qala jiyana ciwanekî ku di civakeke mihafizekar de dijî, dike û çîroka wî ya evîndarî nîşan dide. Fîlm di çarçoveya bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê de hate nîşandan û eleqeyek mezin dît, di Xelatên Akademiyê de bû fîlmê Swedê.
Antonia di dema zarokatiya xwe de bi malbatê xwe ve, ji Holendayê koçî li Amerîkayê kirine û wî hezkereke muzîkê ye û dixwaze ku bibe şefa orkestrayê. Piştî gelek salan Antonia ji nû ve Holendayê vedigere û bi alikarîya şefa navdar Mengelbergê bo perwerdehiya xwe ya nû diçe li Berlînê.
Fîlmê “De Dirigent” qala çîroka xiyal û biserketî ya jineke bi navê Antonia Bricoyê dike û di civaka serweriya mêran de rewş û mercên jinan nîşan dide.
Li Torosên Mersînê komeke jinan di salên 2000an de bi navê Arslankoy tîma şanoyê avakirine û dixwazin jiyanên xwe bikin çîroka lîstika şanoyê û lîstika Kral Lear ya William Shakespeareî amade dikin û ji bo sehnekirina lîstikê gund bi gund digerin. Di vê rêwîtiya dijwar de, piştî demekê Kral Lear dibe Kralîçe Lear.
Derhênera fîlmê “Kralîçe Lear”ê Pelîn Esmer bi berhemên xwe yên belgefîlma “Oyun” (2005) û fîlmê “İşe Yarar Bir Şey”(2017) ve tê naskirin.
Belgefîlmê “Kralîçe Lear” di bernameya 25’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Saraybosnayê de hate nîşandan û di 26’emîn Festîvala Fîlman a Edeneyê de xelatên Yilmaz Guney û Cuneyt Cebenoyan a Siyadê û Muzîka Herî Serketî girtin.
Fîlmên vê hefteyê:
“And Then We Danced” / Derhêner û Senaryo: Levan Akin
“De Dirigent” / Derhêner û Senaryo: Maria Peters
“Kralîçe Lear” / Derhêner û Senaryo: Pelîn Esmer
“Xiong chu mo: Yuan shi shi dai” / Derhêner:
Leon Ding û Seslendirenler: Chris Boike, Joseph S. Lambert, Siobhan Lumsden
“Soz Vermîştîn” / Derhêner û Senaryo: Baran Seyhan
“Ford v Ferrari” / Derhêner: James Mangold û Senaryo: James Mangold, John-Henry Butterworth
“Gece Gelenler” / Derhêner û Senaryo: Fûat Yilmaz
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com