Anne Hathaway û Salma Hayek bûne serlîstikvanên fîlmê “Seesaw Monster”ê
Fîlmê “Seesaw Monster” dê ji aliyê platforma dîjîtal a Netflixê ve ji pirtûka wêkekarê navdar ê Japonyayî Kotaro Isakayî weke fîlm bê kişandin û hate ragihandin ku lîstikvanên navdar ên Anne Hathaway û Salma Hayek bûne serlîstikvanên fîlmê. Derhênerê projeya fîlmê nû hêj nehate eşkerekirin.
Netflixê di derbarê senaryoya fîlmê de zêde agahî neda, lê eşkere kirin ku Anne Hathaway û Salma Hayek di fîlmekî aksiyon-komedî de tên li cem hev. Fîlm dê li Japonyayê derbas dibe û qala çîroka têkiliya jinek û xesûya wê bike.
Lîstikvana hoste ya sînemayê Salma Hayek bi gelek fîlmên xwe yên wekî “Frida” (2002), “Desperado” (1995), “The Hunchback of Notre Dame” (1997), “In the Time of the Butterflies” (2001), “Lonely Hearts” (2006), “Breaking Up” (1997), “The Velocity of Gary” (1998), Ask the Dust (2006), “Studio 54” (1998), From Dusk Till Dawn (1996), “After The Sunset” (2004) ve tê naskirin û heta niha ji gelek festîvalên fîlman xelat girtine.
Lîstikvana navdar a sînemayê Anne Hathaway cara yekem bi fîlmê “Rachel Getting Married” (2003) û dûre jî bi fîlmê xwe yê “Les Misérables” (2013) ve Xelatên Oscarê girtin. Anne Hathaway bi fîlmê “Armageddon Time for Focus Features” (der: James Gray, 2022) re tê naskirin ku fîlm li bernameya Festîvala Fîlman a Cannesê eleqeyeke mezin dîtibû.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com