Antonio Banderas tevlî li fîlmê “The Last Girl” bû

Derhêner Jon Keeyes bi fîlmê xwe yên wekî; “American Nightmare”, “Doom Room”, “Rogue Hostage” tê naskirin ku dest bi kêşana fîlmê “The Last Girl”ê kir. Hate ragihandin ku lîstikvanê navdar ê sînemayê Antonio Banderas tevlî li fîlmê bû.

Jon Keeyes dest bi kêşana fîlmê xwe yê nû yê bi navê “The Last Girl”ê kiriye û ji fîlmê kitekitên nû roj bi roj têne parvekirin. Fîlm ji aliyê pargîdanîya Yale Entertainment ve tê kişandin û li gor agahîyên nû, lîstikvanê navdar Antonio Banderas tevlî li fîlmê bûye. Di fîlmê de digel Banderasî lîstikvanên navdar ên Alice Eve û Shelley Hennig jî cih digirin. Mijara “The Last Girl”ê li bajarokekî bêdeng diqewime û dê bikeve li pey çîroka bûyereke nepenî ku senaryoya fîlmê nû, çêkerê fîlman Charles Burnley nivîsîye.

Dîroka vîzyonê ya fîlmê “The Last Girl”ê hêj nehate eşkerekirin. Lîstikvanê navdar Anronio Banderas yek ji lîstikvanên herî serketî yên sînemaya Spanî ye û bi gelek fîlmên xwe yên wekî; Desperado, The Mask Of Zorro, La piel que habito, Once Upon A Time In Mexico, Legend Of Zorro, The Skin I Live in, Pain and Glory ve tê naskirin. 

Lîstikvanê sînemayê Alice Eve di fîlmên wekî; “Big Nothing”, “She’s Out of My League” de lîstin û kurtefîlmekî bi navê “Ladylike” kişandiye. Lîstikvan Shelley Hennig jî bi rêzefîlmê “Teen Wolf” hate naskirin û di nava fîlmên wekî The Secret Circle”, “When We First Met” de cih girtin.

Çavkanî: FilmHafızası

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir