“Apple TV+” dest bi weşanê dike
Platforma rêzefîlm û fîlman “Apple TV+” di meha Mijdarê de dest bi weşana xwe dike û digel derhênerên wekî Steven Spielberg, M. Night Shyamalan, J.J. Abrams, Damien Chazelle, Ron Howard, Taika Waititi, Sofia Coppola ve, ji bo projeyên nû peyman çêkirine.
Li gorî nûçeya Filmloverssê ku ji malpera Bloombergê hatiye wergirtin, platforma nû Apple TV+ di meha Mijdarê de vedibe û heqê abonetî ya mehane weke bitexmînî dê bibe 9.99 dolarî.
Di van demên dawiye de platformên dîjîtal ên wekî; Netflix, Amazon û Hulu li ser cîhanê bi serketin û rêzefîlm û fîlmên wan ji aliyê bi milyonan temaşevanan ve hatin temaşekirin.
Platforma dîjîtal a Apple TV+ ji zêdetirî li sed û pênce welatên cîhanê dest bi weşanê dike û yekem rêzefîlmên resen ku di platformê de cih digirin di meha Adarê de hatibû eşkerekirin.
Yekem rêzefîlm û fîlmên ku di platforma Apple TV+’yê de cih digirin wisa ne; “The Morning Show”, “Amazing Stories”, “See” (Rêzefîlmê Pevxistina Zanistî), “Truth Be Told”, “Home” (Belgefîlm). Ji aliyê din ve platformeke nû ya “Disney+” di meha Mijdarê de û di navbera 2020’ê de platforma nû ya WarnerMedia’yê “HBO Max” wê dest bi weşanê bikin.
Navenda Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com