Avakirina Sînemayeke Netewî: Sînemaya Kurdî
Nivîs: Dilazad ART dilazadart@gmail.com
Sînemaya Netewî
Gelo sînemayek bi çi rengî dibe sînemaya netewekî? An ku ji bo sînemaya kurdî bibe sînemayeke netewî çi pîvan an ji rêbaz divê? Ji bo ku sînemaya kurdî bibe sînemaya netewî dibe;
- Zimanê film bi kurdî be
- Mijara film ji jiyan û xeyalên kurdî be
- Erdnîgariya film dibe kurdistan be
- Çêker kurd be
- Derhêner kurd be
- Lîstikvan kurd bin
Di mercên îro de bicih anîna van şeş xalan tiştekî romantîke. Lê herî kêm ziman û mijar dibe bi kurdî be. Îro em dibînin gelek film, çêkirinên pir netewî ne an ku pir dewletî ne. Ji bo çêkerên ji dewletên cûda bihev re filman dikşênin sînemayeke ku bûye navnetewî jî heye.
Ji van xalan xalên herî girîng bêgûman ziman e. Lê em di filmên kurdî de dibînin ku bi giştî film pirzimanî ne. Ev jî tiştekî sirûştîya parçekirina axa Kurdistanê ye. Ji ber ku kurd di nav çar dewletên mezin de hatiye parçekirin, pirzimaniya filmên kurdî tiştekî sirûştî çêdibe. Ji xwe van salên dawî derhênerên ku li ewropa jiyane, senaryoya filmên xwe bi sê an çar zimanan xemilandine.
Mijar ku ne bi kurdî be ji xwe tahm û bêhna kurdî jê nayê ku em bikaribin bibêjin ev film, filmekî kurdî. Ji ber vena dibe mijara filmên kurdî ne dûrî jiyan û xeyal û hestên kurdan be.
Di sînemaya netewiyê de cihê erdnîgariyê nayê înkarkirin. Îbnî Haldûn dibe ‘Erdnîgarî qedera mirov e.’ Sînema jî eyneya civakan e. Her sînema rih û canê welatê xwe ye. Ti film ne dûrî derûnîya erdnîgarîya xwe ne. Di her filmê kurdî de rewşa kurdan ya tê jiyandin derdikevê pêş. Eger setên film li erdnîgarîya kurdistanê be, bi awayekî eşkere jiyana kurdan dertê ser ekranê. Hem her dîmenê erdnigarîye ji bo kurdan danasîneke bêhempa ye. Birastî jî berhemên hûnerî, biqasî kesê ku ew çêkiriye, taybetmendiyên welatê ku jê derketiye û taybetmendiyên civakê jî hildigre. Bi gotineke dî bi rêya berhemên hûnerî em dikarin welatên dî û civakên dî nas bikin.
Di sîstema sînemayê de xwediyê film kes an sazîya çêker e. Ji ber vena çêker di kişandina filman de cihê herî girîng digrin. Eger çêker kurd be, film dibe malê kurdan. Ji bilî vena eger zimanê film kurdî be, film dibe ê kurdî. An na film bi kijan zimanî werê kişandin dibê malê wî zimanî. Ev yek mîna zimanê pirtûka ye. Pirtûk bi kîjan zimanî werê nivîsandin dibê parçeyek ji edebiyata wî zimanî. Film ji bi vî awayî dikevê literatûra zimanê ku pê hatîye kişandin.
Derhêner, avakerê filme. Ji bo vena film herî zêde bi derhenerên xwe têne naskirin. Ji bo ku hestên kûr yên kurdan derkevin pêşberî temaşevanan dibe derhêner kurd bin. Senaryo çiqas xweş û serkeftî be jî ger derhêner nejêhatî be ew senaryoya hêja nayê ti watê. Ya rast girîngîya her kesê ku di filman de dixebitê heye. Bi gotineke dî kesên ku film çêdikin an kû dikşenîn bihevre girêdayîne. Ji vê xelekê kî karê xwe baş nekê, kêmayiyek dikevê film. Lê derhêner hemû alav û kesên film mîna kompozîsyoneke bihevre girêdide.
Lîstikvan, kesên can didin karakterên film. Eger lîstikvanên sînemaya kurdî, kurd bin; daxwaz û hest û mimîkên kurdan yê xwe eşkere bikin. Temaşevan pişt kamerayê nabînin. Ji bo temaşevan tişta li ber çav girînge. Ew jî lîstikvan in. Lîstikvan hemû efsûna film li ser xwe digrin. Û dibe bi vî rengî tevbigerin. Hest û mimîkên kurdan çanda kurdan nîşan dide. Kesekî ku ji nav vê çandê derkevê çêtir dikarê hestên kurdan bênê ser ekranê.
Kurdbûna derhêner e? Kurdbûna çêker e? Kişandina film li erdnîgariya kurdan e? Filmê ku jiyana kurdan vedibêjê ye? Filmên ku bi kurdî hatine kişandin e?
Ji bo ku filmek bibe ji sînemaya kurdî çi taybetmendî pêwistin? Yılmaz Tekin di nivîsa xweyî bi navê ‘Kürt Sîneması Mı? Kürdistan Sîneması Mı?’ ji bo ku filmek bibe ji sînemaya kurdî sê rêbaza dideynê. Ziman, Mekan/Cîh, Îkon. Em van xalan li gor gotinên Yılmaz Tekin rêz dikin.
- Ziman
Wek me li jora nivîsa xwe de got ziman sereke têgeha sînemaya netewekî ye. Ziman rengê netewîtiye dide film. Ji xwe netewbûn beriya her tiştî bi ziman dibe netewbûn.
Ziman, têgeha ku naveroka filmekî û berhemeke edebî bi awayekî berbiçav derdixê derve.
Berhemên hunerî yên ku bi ziman hatine îfade kirin, bi awayekî eşkere an veşartî nîşaneya çandekê ye. Ziman heman dem rêya ku çandê neqlî pêşerojê dike ye. Neqilkirina ziman ber bi pêşerojê ve; edebiyat, sînema û muzîk roleke serek dileyîzin. Bikaranîna zimanê kurdî di sînemaya kurdî de du tiştan nîşan dide. Yek polîtîk e, ya dî çandî ye.
Filmên zimanê wan bi kurdî yên ku kurdan çêkirine li hember serdestiyên polîtîk yên ku zimanê kurdî qebûl nedikirin re berxwedanek e. Wek taybetmendiyek duyem ku zimanê kurdî bi berhemeke hunerî dibe materyeleke film. Li gorî van nîşaneyan filmekî ku bi kurdî be di nav sînemaya kurdî de cîh digre.
Zimanê kurdî di binavkirina sînemaya kurdî de faktora sereke ye. Lê ji ber sedemên aborî, polîtîk û hunerî, zimanê kurdî nikarê bibe zimanê yekanê yê sînemaya kurdî. Ji bo ku em bikaribin filmekî derhênerekî kurd di bin navê sînemaya kurdî de kom bikin, divê ev film, ne bi tevahî jî be, bi giştî %50yê zêdetir bi zimanê kurdî hatibe kişandin.
- Mekan/Cîh
Ji bo sînemaya netewekî mekan an ku cîh wek nîşaneya duyem tê dîtin. Têkiliya ziman û mekan an ku erdnîgarî bihev ve girêdayî ye. Her ziman li ser erdnîgariya xweyî sirûştî ava dibe û pêşde diçê.
Her çiqas erdnîgariya kurdan ji hêla polîtîk ve parçekirî be jî, çandeke hevpar dijîn. An ku kurd bi awayekî fizikî parçekirî bin jî bi awayekî çandî bi hev re têkîldar in. Ji bo vena jî sînemaya kurdî her çiqas li devera ku kurdan lê koç kiribin jî di bingeha xwe de dibe cîhê filmên kurdî erdnîgariya kurdan be. Sînema li gorî curên dî yên huneran çêtir bi metodolojiyeke mekan ve girêdayî ye. Di vir de ez mekan ne bi wateyake teng dibêjim. Ez wek welatekî ku çandeke hevpar û erdnîgariyeke fizîkî ya ku kurd li ser dijîn dibêjim.
Cîh, ji wateya xwe ya mirov lê dijîn zêdetir wateyekê digire nava xwe. Gotina ‘mirov dişibihê cihê ku lê dijî’ ve rastiye derdixê hole. Mekan/cîh; hest û daxwaz û tinebûnên karakterên film li ser xwe nîşan dide. Ji bo danasîna sînemaya kurdî wek bingeha duyem mekan/cîh di kîjan erdnîgarî ye de diqewime ya wê erdnîgarîyê ye.
Gelo filmê ku li erdnîgariya kurdan nehatibe kişandin, lê film jiyana kurdan vedibêjê û ji aliye derhênerekî kurd ve hatibe kişandî dibe filmekî sînemaya kurdî?
Li Stenbolê gelek koçberên kurd dijîn. Dema film li ser wan bêne kişandin dibe ev bikevê kategoriya filmên ku ‘kurdan vedibêjin’ di vê xalê de dibe sînemaya kurdî û filmên ku kurdan vedibêjin ji hev cûda bênê kategorîzekirin.
Ji bo ku filmek bibe ji sînemaya kurdî li cem zimanê kurdî, mekan/cîh jî dibe welatê kurdan be.
- Îkon/Sembol/Nîşan
Îkon an ku sembol yan jî nîşan ji bo têgihiştina filmekî têgeheke pêwiste. Îkon jî wek ziman û erdnîgariye netewbûne sembolize dike.
Dema ku di filmekî de Kelha Eyfelê dikeve kadrajê de em bê nivîs têdigihijin ku ev der Parîs e. Wek vê mînekê ji bo Stenbolê Kelha Galata û ji bo Amerikayê Peykera Azadiyê em dikarin bibêjin. Ev destûr ji bo metnên edebî jî wilo ye. Romanê Dostoyevskî bifikirin. Di her romaneke vî de bajarekî Rusyayê xuya dike. Dostoyevskî di hemû romanên xwe de çanda Rusya û îkonên fizîkî bicîh dike û çîroka xwe li ser van mekanan ava dike.
Prof. Hamîd Naficy dibêje; ‘Ji bo derhênerên sirgunê an yên diasporayê ‘Dîmenên siruştî, hebûnên çandî –çiya, berhemên dîrokî- bi awayekî bi bandor têne hûnandin. Ev îronî û dîmen netewekî temsil dikin. Bi taybetî ku ev sînemaya Filistîneyan, Kurdan û Ermeniyan be.’
Textê Reş, dibê sedye ji bo nexweşan, di zewacê de dibe qelen, dibe derî ji bo xaniyekî bê serban, dibe cihê ku cil li ser têne raxistin ji bo ku zuwa bibin, di dema şer de dibe mertal li hember guleyan, dibe cihê eşkerekirina ‘ez ji te hezdikim.’
Alfred Hitchcock di gelek filmên xwe de Pira San Francisco dixe kadrajê de.
Gelo sînemaya kurdî îkona çawa bikartînê?
Bi awayekî xwerû dîroka civakan û kodên çanda wan bi îkon û nîşaneyên wê civakî yên bi mekanê wê ve girêdayîne. Îkon û nîşaneyên ku rihê civakê diyar dikin li cihê ku wan kesan koçkiriye nîne. Ev îkon û nîşan li cihê ku ew civak lê çêbûye hene.
Yılmaz Tekin dibêjê ku; Li gorî min ziman, mekan û îkon ku di filmekî kurdî de hebin ew film dibe sînemaya kurdî. Sînemaya kurdî hê nû ye, di dema çarlepkîye de ye. Gera kurdan ya sînemayê bi çarlepkî pêşde diçê.
Encam
Gelo sînemaya Kurdî bi mijarê an bi ziman dibe sînema kurdî? An em bi mijarê yan bi ziman li sînemayê binêrin? Her çiqas pênaseyên cuda jî hebin ji bo sînemaya kurdî, li gorî me sînemaya kurdî filmên ku bi zimanê kurdî hatine kişandin.
Eger Yılmaz Guney ji derhênerên sînemaya kurdî werê hesibandin, dibe kesên ku jiyana kurdan xistine film yên wek Mahsun Kırmızıgül û Gani Rüzgar Şavata jî werin hesibandin. Di vir de mafê Yılmaz Guney dibe neyê binpêkirin. Ji bo Yılmaz Guney, derhênerê ku ji welatê xwe dûr mirî tê gotin.
Sînemaya netewî di dema global de her roj wateye xwe winda dike. Derhênerê Rus Aleksandr Sokurov filmê xweyî dawî Aaust –ku berhemeke ji wejêya Elmaniye- bi Elmanî kişandiye. Derhênerê Elman Michael Hondu filmê xwe Amour bi Fransevî kişandiye. Mirov dikarê vê lîstê direjkê. Zimanekî sînemayê ye taybet heye û ev ziman ji nirxên netewî azad sînemayeke azad ava dike.
Heta ku kurd di bin siya dewletêke de bi hevre nejîn, avakirina zimanekî hevpar ye sînemayê çênabê. Senarîst û çêker Selamo ‘Sînemaya Kurdî de dema sanciyan de ye. Zayîn dereng jî bê yê bize. Bi şîrê dayîkê xwedî bibe ye bi tenduristî mezin bibe û yê bimeşê. Bi şîrên îthal xwedî bibe yê seqet bîmênê.
Çavkanî
Turgay Fişekçi, Cumhuriyet, 22 Nisan 1998
Rıza Oylum, Kürt Sîneması Neye Benzer, http://www.tersninja.com/kurt-sînemasi-neye-benzer/ 18.05.2015
Yılmaz Tekin, Kürt Sîneması mı Kürdistan Sîneması Mı? http://blog.radikal.com.tr/sînema-film-kritikleri/kurt-sînemasi-mi-kurdistan-sînemasi-mi-21026 01.04.2014
Yılmaz Özdil, Di Navbera Hebûn û nebûnê Dê Sînemaya Kurdî, LE Mondê Diplomatique Kurdî, Çiriya Pêşîn 2011 Berlin, r. 23
Devran Çakmak, 2000’li Yıllarda Türk Sinemasında Etnik Kimlik Söylemi: Kürt Kimliğinin Temsilleri, r. 48, İstanbul – 2008 Yüksek Lisans Tezi
“Kürt Sineması: Kendi Sesini Görmek”(Devrim Kılıç, Mesele, Sayı:5, 2007), http://agorakitapligi.com/kurt-sinemasi-kendi-sesini-gormekdevrim-kilic-mesele-sayi5-2007/ 07.02.2016
Textê Reş, Ghobadî ve Kürt Sîneması, http://www.sinemayakurdi.com/film-gotar-makaleler/25-gotar-makaleler/1170-texte-res-ghobadi-ve-kurt-sinemasi.html#top 01.01.2016
Jasper Kalidewey, Anek Stahi, Yüzyılın Yüz Yönetmeni, Yeni Bin Yıl, Afa Yayınları, wer. Aysu Erinç – Ethem Erinç, r. 74
(*Ev nivîs cara ewilî di hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe de hate weşandin.)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com