Fîlmê duyemîn ê rêzeya Avatarê di Berfanbara 2022yê de bi navê “Avatar: The Way of Water” ket vîzyonê, li gîşeyên seranserê cîhanê ji zêdetirî 2,075 dolar qezenc kir û bû 4emîn fîlmê herî zêde temaşekirî yê hemû deman. Sînemahez ji zû de ye bi kelecan û bi miraqeke mezin li benda fîlmê nû sêyemîn ê rêzeya ‘Avatar’ê ne.
Li ser înternetê tê îdia kirin ku navê fîlmê sêyem ê rêzeya ‘Avatar’ê weke “Avatar: The Seed Bearer” hatîye danîn. Lê çêkerê rêzeya Avatar’ê Jon Landau di danasîna lîstika vîdyoyê ya Avatar: Frontiers of Pandorayê de axaft û eşkere kir ku navê fîlmê hêj nediyar e û ji bo fîlmê navekî wekî “Avatar: The Seed Bearer”ê jî nedanîne.
Fîlmê “Avatar 3” dê kengê bikeve vîzyonê?
Di derbarê fîlmê nû de kêm agahî hene. Tê gotin fîlmê nû dê li ser qebîleyeke nû ya Na’viyan bisekine û li herêmeke volkanîk a Pandorayê derbas bibe. Kêşana fîlmê sêyemîn a ‘Avatar’ê hatîye qedandin û dê di Berfanbara 2025ê de bikeve vîzyonê.
Herwiha derhênerê rêzeya ‘Avatar’ê James Cameron ragihandibû ku ji bo fîlmê çaremîn jî gelek dîmen girtine. Li gorî nûçeyên hin malperan, derhênerê navdar James Cameron li ser fîlmê pêncemîn ê Avatarê jî dixebite.*
“Avatar: The Way of Water” ji aliyê derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedeyî James Cameronî ve hate kêşandin ku senaryoya fîlmê James Cameron, Rick Jaffa, Amanda Silver, Josh Friedman û Shane Salerno bi hev re nivîsîne. Fîlmê duyemîn ê Avatarê, him ji aliyê mijarê, him jî ji aliyê dîmen û teknîkê ve fîlmekî biserketî ye ku tê de hêmanên anîmasyonê yên balkêş, resen û bilind jî dihewîne. “Avatar: The Way of Water”, li gerstêrka Pandorayê derbas dibe û li ser têkiliyên kolonî, mêtingehê disekine û pirsgirêkên hawir û xwezayê radixe ber çavan. Lîstikvanên wekî Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver di fîlmê de weke serlîstikvan lîstine.
“Avatar: 2”, piştî bûyerên Avatarê diqewime, çîroka gelê Na’vîyê tîne li ser perdeya sînemayê û bal dikişîne li ser têkiliyên kolonî û pirsgirêkên hawir û xwezayê. Di herikîna fîlmê de, Jake Sully tevlî gelê Na’vîyê dibe û ligel Neytîrî ji bo parastina axên gelê Na’vîyê dikevin têkoşîneke dijwar.
Çîroka fîlmê temaşevanên xwe derdikeve rêwîtiyeke li daristanên pandorayê û ber bi derdorên binê avê û volkanîkê. Fîlm, bi zimanên Îngilîzî û Na’vî (zimanê pevxistî yê fîlmê) hate kêşandin.
Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di sala 2009ê de bi kalîteya 3Dyê derketibû li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê bi milyonanan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin. Fîlm, ji Xelatên Oscarê 3 xelat girtine û di meha Îlona vê salê de li sînemayên cîhanê ji nû ve weke 4Kyê derket li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê heta niha bi tevahî 2.787.965.200 dolar qezenc kir.
Rêzeya “Avatar”ê weke 4 çar fîlman hatiye projekirin, tê gotin ku li ser fîlmê pêncemîn jî dixebitîn, çîrokên her yek jê wan resen û cuda ne. Çêkerê fîlmê Avatar: The Way of Waterê, Jon Landau ragihand ku, rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin. Fîlmê duyemîn ji aliyê kalîteya dîtbarî ve balkêş e.
Wekî gelek fîlmên sînemayê, kêşana pêvajoya fîlmê “Avatar: The Way of Water” jî ji ber pandemîya koronayê hatibû bi paş ve xistin û projeya fîlmê li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber pandemiyê dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû bi paş ve xistin ku dîroka vîzyonê diyar nebû.
avatar-the-way-of-water-li-seransere-dinyaye-gihist-202-milyar-dolari
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com