“Avatar” ji nû ve wê weke 4Kyê derbikeve li pêşberî sînemahezan
Fîlmê “Avatar” ku di sala 2009ê de ketibû vîzyonê û beşên Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî jî tê de ne di gelek beşan de li Xelatên Oscarê bûbû berendam, fîlmê biserketî niha ji nû ve wê di dîroka 23yê meha Îlonê de bi formata 4K HDR re derbikeve li pêşberî temaeşavanên sînemayê.
“Avatar” ji aliyê derhêner James Cameron ve hate nivîsîn û kişandin ku tê de lîstikvanên wekî; Sam Worthington, Zoe Saldaña, Stephen Lang, Michelle Rodriguez û Sigourney Weaver cih girtibûn. Fîlm, di beşên Sînematografîya Herî Serketî, Sêwirana Çêkerin a Herî Serketî û Efekta Dîtbarî ya Herî Serketî de Xelatên Oscarê girtin û li sînemayên seranserê cîhanê 2 milyar û 185 milyon dolar qezenc kiribû.
Fîlmê duyem ê Avatarê jî dê di 16ê meha Berfanbara 2022yê de bikeve vîzyonê. Derhênerîya Avatara nû jî James Cameron kiriye û senaryoya fîlmê “Avatar: The Way of Water” Cameron û Josh Friedman bi hev re nivîsandine. Hatibû ragihandin ku fîlmên nû yên rêzeya Avatarê wê di dîrokên 20ê Berfabara 2024ê de, 18ê Berfanbara 2026ê de û 22ê Berfanbara 2028ê de derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com