“Avatar: The Way of Water” di hefteya borî de ji nû ve bû yekemîn

Fîlmê derhênerê hoste James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di 16ê Berfanbarê de ket vîzyonê û li sînemayên hemû cîhanê eleqeyeke mezin dibîne. “Avatar 2” di hefteya borî de ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn.

Daneyên dawîya hefteyê yên gîşeya DYAyê diyar bûn ku fîlmê James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di navbera rojên 23-25ê Berfanbarê de li Amerîkayê dîsa bû yekemîn û li vîzyonê gihîşt 56 milyon dolarî. Fîlm, heta niha di 11 rojan de li seranserê cîhanê 881,4 milyon dolar bi dest xist.

Di dawîya hefteyê de fîlmê “Puss in Boots: The Last Wish” li gîşeya Amerîkayê bû duyemîn û fîlmê “I Wanna Dance with Somebody: Whitney Houston” jî di rêza sêyemîn de cihê girt.

Box Office DYA – Top 5 a Dawîya Hefteyê (23-25ê Berbanbarê, 2022)

1- Avatar: The Way of Water – 56 milyon dolar

2- Puss in Boots: The Last Wish – 11,35 milyon dolar

3- I Wanna Dance with Somebody: Whitney Houston – 5,3 milyon dolar

4- Babylon – 3,5 milyon dolar

5- Black Panther: Wakanda Forever – 3 milyon dolar

“Avatar: The Way of Water” îro ket vîzyonê

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir