“Avatar: The Way of Water” dîsa bû yekemîn

“Avatar 2” li gîşeyên seranserê cîhanê serketina xwe didomîne. Fîlmê derhênerê hoste James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di 16ê Berfanbara 2022yê de derket li pêşberî sînemahezan û di dawîya hefteya duyemîn a meha Rêbendanê de ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bi ser ket.

Daneyên dawîya hefteyê yên gîşeya DYAyê hatin eşkerekirin û fîlmê James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di navbera 13-15ê Rêbendanê de li Amerîkayê dîsa bû yekemîn û li vîzyonê 31,1 milyon dolar bi dest xist. Fîlm, heta niha de li seranserê cîhanê bi tevahî 1,9 milyar dolar qezenc kiriye û bûye yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yên hemû deman.

Di dawîya hefteyê de fîlmê “M3gan” li gîşeya Amerîkayê ji nû ve bû duyemîn û fîlmê “Puss in Boots: The Last Wish” jî di rêza sêyemîn de cih girt.

Box Office DYA – Top 5 a Dawîya Hefteyê (13-15ê Rêbendanê, 2023)

1- Avatar: The Way of Water | 31,1 milyon dolar

2- M3GAN | 17,9 milyon dolar

3- Puss in Boots: The Last Wish | 13,4 milyon dolar

4- A Man Called Otto | 12,55 milyon dolar

5- Plane | 10 milyon dolar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: