“Avatar: The Way of Water” îro ket vîzyonê

Nivîs-nûçe: Rûmet Med

Temaşevanên sînemayê ji zû de bû bi kelecan û bi miraqeke mezin li benda “Avatar: The Way of Water”ê (Avatar: Rêya Avê) bûn. Roja nîşandayînê hat û fîlmê “Avatar 2″ îro li sînemayên gelek welatên cîhanê ket vîzyonê. “Avatar: The Way of Water” him ji aliyê mijarê, him jî ji aliyê dîmen û teknîkê ve fîlmekî biserketî bûye ku têde hêmanên anîmasyonê yên balkêş, resen û bilind jî dihewîne.

“Avatar: The Way of Water” ji aliyê derhêner, senarîst û çêkerê navdar ê Kenedeyî James Cameronî ve hate kişandin ku senaryoya fîlmê James Cameron, Rick Jaffa, Amanda Silver, Josh Friedman û Shane Salerno bi hev re nivîsîne. Fîlm, li gerstêrka Pandorayê derbas dibe û li ser têkiliyên kolonî, mêtingehê disekine û pirsgirêkên hawir û xwezayê radixe ber çavan. Lîstikvanên wekî Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver di fîlmê de weke serlîstikvan lîstine.

“Avatar: 2”, piştî bûyerên Avatarê diqewime, çîroka gelê Na’vîyê tîne li ber perdeya sînemayê û bal dikişîne li ser têkiliyên kolonî û pirsgirêkên hawir û xwezayê. Di herikîna fîlmê de, Jake Sully tevlî gelê Na’vîyê dibe û ligel Neytîrî ji bo parastina axên gelê Na’vîyê dikevin têkoşîneke dijwar.

Çîroka fîlmê dê me bibe rêwîtiyeke li daristanên pandorayê û ber bi derdorên binê avê û volkanîkê. Fîlm, bi zimanên Îngilîzî û Na’vî (zimanê pevxistî yê fîlmê) hatiye kêşandin.

Hefteya nû ya Berfanbarê de ji bilî “Avatar: 2” sê fîlmên nû ketin vîzyonê. Fîlmên vîzyonê yên din: “Stars At Noon (der: Claire Denis), “Marnies Welt, Marnie’s World” (der: Wolfgang Lauenstein, Christoph Lauenstein), “The Harbinger” (der: Andy Mitton).

Di fîlmê duyemîn ê rêzeya Avatarê de lîstikvanên wekî; Zoe Saldana, Sam Worthington, Sigourney Weaver, CCH Pounder, Cliff Curtis, Jamie Flatters, Britain Dalton, Trinity Bliss, Bailey Bass, Filip Geljo, Duane Evans, Jr. Kate Winslet, Stephen Lang, Giovanni Ribisi, Joel David Moore, Matt Gerald, Edie Falco, Brendan Cowell û  Michelle Yeoh jî cih digirin.

“Avatar: The Way of Water” weke yek ji projeyên herî girîng ên Disney Studiosê hate afirandin û piştî 13 salan wê di 16ê Berfanbarê de bi kalîteyên 3D û 4Kyê derket li pêşberî sînemahezan û di rojên borî de ji fîlmê fragmaneke nû û gelek wêneyên nû parvekiribûn.

Fîlmê nû bi çêkerîya Jon Landau, David Valdes û Richard Baneham ve hatiye kişandin û bi pargîdanîya 20th Century Studiosê tê afirandin. Muzîka “Avatar: The Way of Water”ê  ji aliyê stranbêjê Kenedayî The Weeknd ve hate çêkirin ku wî ji bo projeyên “The Hunger Games: Catching Fire”, “Game of Thrones” û “Black Panther” jî muzîkên fîlman çêkiribû.

Hate ragihandin ku fîlmên nû yên rêzeya Avatar’ê jî wê di mehên Berfanbarên ên salên 2023, 2025 û 2027’ê de li solanên sînemayên cîhanê bikevin vîzyonê.

Fîlmê yekem ê ‘Avatar’ê di sala 2009ê de bi kalîteya 3Dyê derketibû li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê bi milyonanan temaşevanên sînemayê ve hatibû temaşe kirin. Fîlm, ji Xelatên Oscarê 3 xelat girtine û di meha Îlona vê salê de li sînemayên cîhanê ji nû ve weke 4Kyê derket li pêşberî sînemahezan û li seranserê cîhanê heta niha bi tevahî 2.787.965.200 dolar qezenc kir.

Rêzeya “Avatar” weke 4 çar fîlman hatiye projekirin û çîrokên her yek jê wan resen û cuda ne. Çêkerê fîlmê Avatar: The Way of Waterê, Jon Landau ragihand ku, rêwîtiyên hemû fîlmên Avatarê dê bi hev ve girêdayî bibe û ew ê bibin beşeke dastaneke mezin. Tê gotin ku fîlmê duyem ji aliyê kalîteya dîtbarî ve balkêş e.

Wekî gelek fîlmên sînemayê, kêşana pêvajoya fîlmê “Avatar: The Way of Water” jî ji ber pandemîya koronayê hatibû bi paş ve xistin û projeya fîlmê li Zelendaya Nû ji nû ve destpê kiribû. Ji ber pandemiyê dîroka vîzyonê ya fîlmê jî sê caran hatibû bi paş ve xistin ku dîroka vîzyonê diyar nebû.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir