“Avatar: The Way of Water” li seranserê cîhanê gihîşt 1,397 milyar dolarî
Fîlmê derhênerê hoste James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di 16ê Berfanbara 2022yê de derket li pêşberî sînemahezan û li sînemayên seranserê cîhanê serketina xwe didomîne. “Avatar 2” di hefteya sêyemîn de ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bû yekemîn.
Daneyên dawîya hefteyê yên gîşeya DYAyê hatin eşkerekirin ku ku fîlmê James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di navbera 30ê Berfanbara 2022yê û 1ê Rêbendana 2023yê de li Amerîkayê ji nû ve bû yekemîn û vê hefteyê li vîzyonê gihîşt 63,44 milyon dolarî. Fîlm, heta niha di nava sê hefteyan de li Amerîkayê bi tevahî 421,5 milyon dolar û li gîşeyên seranserê cîhanê 1,397 milyar dolar bi dest xist.
Di dawîya hefteyê de fîlmê “Puss in Boots: The Last Wish” li gîşeya Amerîkayê bû duyemîn û fîlmê “Black Panther: Wakanda Forever” jî di rêza sêyemîn de cihê girt.
Box Office DYA – Top 5 a Dawîya Hefteyê (30ê Berfanbara 2022yê û 1ê Rêbendana 2023yê)
1- Avatar: The Way of Water | 63,44 milyon dolar
2- Puss in Boots: The Last Wish | 16,31 milyon dolar
3- Black Panther: Wakanda Forever | 4,83 milyon dolar
4- I Wanna Dance with Somebody: Whitney Houston | 4,25 milyon dolar
5- Babylon | 2,73 milyon dolar
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com