“Avatar: The Way of Water” li seranserê dinyayê gihîşt 2,02 milyar dolarî

Fîlmê “Avatar 2” li sînemayên seranserê cîhanê serketina xwe didomîne. Fîlmê derhênerê hoste James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di dawîya hefteyê de him li gîşeyên Amerîkayê him jî li sînemayê seranserê dinyayê bû yekemîn bi tevahî gihîşt 2,02 milyar dolarî.

Fîlmê duyem ê rêzeya “Avatar” êdi 16ê Berfanbara 2022yê de ket vîzyonê û di vê dawîya hefteyê de jî ji nû ve li sînemayên Amerîkayê û cîhanê bi ser ket. Li gor daneyên dawîya hefteyê yên gîşeyên sînemayan ên ABSyê, fîlmê James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” dîsa bû yekemîn û li vîzyonê bi tevahî gihîşt 2,02 milyar dolarî. Fîlm, bûye yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yên hemû deman û di heman demê de derhênerê fîlmê bû derhênerê yekem ku sê fîlmên wî heta niha gihîştine 2 milyar dolarî.

“Fîlmê “Avengers: Infinity War” li gîşeyên cîhanê bi 2.04 milyar (Rêza pêncemîn) û “Spider-Man: No Way Home” bi tevahî 1,91 milyar dolar (Rêze heftemîn) bi destxistibûn. Li gor daneyên herî dawî “Avatar: The Way of Water” bi fermî li seranserê cîhanê ji zêdetirî 2 milyar dolar qezenc kir û di rêza şeşemîn de cihê xwe girt. Fîlmê anîmasyonê “Puss in Boots: The Last Wish” di hefteya xwe ya pêncemîn de li Amerîkayê bi 11,5 milyon dolarî bû duyemîn.

Variety 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir