“Avatar: The Way of Water” rekoreke nû şkand

Fîlmê derhênerê hoste James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di hefteya nû de jî serketina xwe didomîne. Hate ragihandin ku fîlmê duyem ê rêzeya “Avatar”ê li gîşeyên seranserê cîhanê bi tevahî gihîşt 2,075 dolarî û bû 4emîn fîlmê herî zêde temaşekirî yê hemû deman.

“Avatar 2” bi daneyên dawî yên sînemayê bû çaremîn fîlmê herî zêde temaşekirî yê hemû deman. “Avatar 1” di rêza yekem de, fîlmê “Titanic” di rêza sêyem de cih digirin. Tê texminkirin ku fîlmê “Avatar: The Way of Water” dê di hefteya nû de bibe fîlmê sêyemîn.

“Avatar: The Way of Water” di beşa “Fîlmê Herî Serketî” de ji bo Xelatên Oscarê weke berendam hate nîşandayîn û li gîşeya DYAyê heta niha bi tevahî 608,5 milyon dolar bi dest xistiye.

Deadline.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir