“Avatar: The Way of Water” serketina xwe didomîne

Fîlmê derhênerê hoste James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di 16ê Berfanbara sala 2022yê de ket vîzyonê û li sînemayên cîhanê serketina xwe didomîne. “Avatar 2” di hefteya nû ya 2023yê de ji nû ve li gîşeya Amerîkayê bi ser ket.

Daneyên dawîya hefteyê yên gîşeya DYAyê diyar bûn ku fîlmê James Cameronî yê “Avatar: The Way of Water” di navbera 6-8ê Rêbendanê de li Amerîkayê ji nû ve bû yekemîn û li vîzyonê gihîşt 45 milyon dolarî. Fîlm, heta niha de li seranserê cîhanê bi tevahî 1,7 milyar dolar bi dest xist û bû yek ji fîlmên herî zêde temaşekirî yên hemû deman.

Di dawîya hefteyê de fîlmê “M3gan” li gîşeya Amerîkayê bû duyemîn û fîlmê “Puss in Boots: The Last Wish” jî di rêza sêyemîn de cihê girt.

Box Office DYA – Top 5 a Dawîya Hefteyê (6-8ê Rêbendanê, 2023)

1- Avatar: The Way of Water | 45 milyon dolar

2- M3GAN | 30,2 milyon dolar

3- Puss in Boots: The Last Wish | 13,12 milyon dolar

4- A Man Called Otto | 4,28 milyon dolar

5- Black Panther: Wakanda Forever | 3,4 milyon dolar

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir