Awirek Li Ser Lîstika Tepil û Berd ya Şiwan Etûf
Nivîs: Arezû Sirajeddîn
Antonin Artaud ku bi fîlozofê şanoyê tê naskirin, peywendiya şano û bîner bi teqîna taûnekê nav dike û dibêje di qonaxê vê teqînê de aktor û bîner riha wan paqij dibe û diguherin bo miroveke din ev mirovê ku Nietzsche bi supermirov(übermensch) nav dibe.
Şano li Başûrê Kurdistanê her çiqas di nav bera her dû şerê cîhaniyê de hinek hewildan hebin jî lê bi şêweyek giştî di salên 60 û 70an de pêşveçûn bi xwe dîtiye. Şanoya kurdî jî weke şanoyê miletên din destpêk xwe di deqê edebiyata biyanî û nawxweyî de nimayîş dike lê paşê pere bi xwe dide û bi babetên cor bi cor reng dide şanoya kurdî.
Lîstika şanoya bi navê Tepil û Berd bi nivîs û derhênana ŞiwanEtûf di sala2016an de hat nimayîş kirin. Tê gotin ku di pênc rojan de zêdetir ji 2000 kesan bo dîtina şanoyê amade bûne û piraniya wan jî cahêl û ciwan bûne. Weke derhêner dibêje ji xwe ev şano bo ciwanan hatiye çêkirin çimkî li gor gotinên dilê wane.
Di wan salê dûmahiyê de Şiwan Etûf nameyek bi navê “Nameya Şermezarî”yê nivîsiye ku kêm zêde heman peyama şanoyê heye ku ev jî bo ciwanên kurd hatiye nivîsandin.
Bi gotina derhêner navê lîstikaTepil û Berd hêmayeke bo derxistina bendbêjiya karekterê sereke û (Berd) kevirê ser gorê Ebehevalê Tale(karekterêsereke) ye ku dûmahî yadigariye ji hevalê wî bicî maye. Herwisa vê jî zêde dike ku naveke başe bo kişandina bala xelkê bo ku amadebin di şanoyê de. Şêwaza şanoyê jî “solo pêrformense” ku ji aliyê derhêner bi xwe tê îcra kirin.
Li ser sehna şanoyê hinek tişt hene mîna: teştek av, firçe û hewîrê didan şiştinê, amêrê ridên tiraşînê, şuşeyek şerab, sicaca nimêjê, kaseyek hinar…dibe ku her yek ji wan xwediyê peyamekê be; mînak rîş tiraşîn ger bi wateya amadekirin bo rojeke nû bê lê ji bo Tale rojek nû tine û tev dubareye ev ditiraşe lê ridêna wî weke xwe ye. Sicaca nimêjê ya dayîka wî ye û pê aram dibe û carina dema ditirse jî pena bo wê dibe herçend bo nerazîbûna xwe hemberî hin tişta jî bi kar tîne.
Di edebiyat, şano û hunerê bi giştî mêwe(fîqî) cihê xwe yê taybetî heye ku herî zêde sêv cihê xwe digre û bi wateyê cor bi cor mîna xapandin(adem û hewa) bedevî(sing û rumetê yarê)..hwd hatiye bi kar anîn; lê di Tepil û Berdê de hinar bi wateya xwînê tê dema Tale hinarê dixwe weke ku xwîna xwe dimije qala şerê birakûjiyê dike ku dis alên 1994 heta 1997an li Başûrê Kurdistanê hat domandin.
Koç yaxîbûneke ku tak li dijî deselata nku li dijî civakê ber pa dike. Tale yek ji wan yaxîbûyaye ku ji ber wan hokara koç dike, xoşewîsta wî ji ber hejarî û karê Tale wî red dike, Tale ku di rêka bendbêjî û Tepil lêdanê jiyana xwe birêve dibe û dibêje bo her hizb û deselatdarekê wî Tepil lêdaye û ev mest kirine lê dumahîkê çareyekê ji bilî koçê nabîne. Tale qala xwe dike ku li taravgê bi pîrejineke înglîz aşîna dibe û bi înglîziya xwe ya seqet dema xwe didenaskirin dibê: i’m from kurdistan, sedam, helebce, oil, gendel…û şev jî bi wê re radizê û heqê hemû şorişên kurda lê dike; ev jî weke nerazîbûnek hember îîngilîza ku ti carî pişta kurda negirtine û weke bûkeşûşyekê ev bi kar anîne. Û Tale wê di nameyekê ku bo corcê pêncem ku ser gorê havalê xwe nivîsiye û têde gazinê xwe kirine dide xuyakirin.
Tale piştî 20 salan ancax dikare pasporta xwe bistîne, lê weke Agamben dibêje: penaber ankû penaxwaz her çiqas her tiştî weke hemwelatiyke wî welatî bistîne jî lê dûmahîkê dîsan “evê dî(yêdî)”tê hejmar kirin. lewma Tale her bi sitandina pasportê dizivre bo axa xwe, lê welat ne ev welate ku wî bi cî hêlayî, belkî her tişt bi şêweyek din guheriye; ev xwe dinav xwepîşandanekê de dibîne ku dirûşma wan “biruxê, birûxê”ye û di navbera wan de jinek jî hewar dike bihêlin ez dirûşma sereke bidim ev jî eve kû “bila xeteneya jina bes be!” Tale dibêje paş sê heyva ev jin mir lê pirsa giring ne eve ku çima mir belkî eve ku wê nekarî dirûşma xwe bide…
çavkanî:
- pileysifrîşano_nîhadcamî
- komelnasîşano_nîhadcamî
- şanoyakurdî_wêkîpêdiya
- berewmêjûyekîberbillawtirîşanoykurdî_mahrûreşîdîrostemî
- hevpeyvînî jiyan û ferhengle gel ehmedsalar
- gutarî bav û bercestekirdinleşanoyîtepil û berd_rizgar heme reşîd
- berdînarezayetîleşanoytepil û ber_mihemmedsidîqseîd
(*Ev nivîs cara ewilî di hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe de hate weşandin.)
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com