Azadkeriya Arjen Arî Û Ji Çend Aliyan Ve Xasenezera Wî

Nivîs: Welat Ramînazad

Dema ku xwîner bikare xwe bigihîne kûrahiya dinyaya zimanê Arjen Arî êdî ew ne ew ê berê ye!…

Zimanê Arjen Arî dinyayeke din e. Zimanê Arjen Arî azadker e. Wekî her kurdekî perwerde, temaşekirin, xwendina me ango bi ekseriyet jiyana me bi zimanê kolonyalîstan e, dinyaya aqilê me bi zimanê kolonyalîstan înşa bûye lê dema ku ez Arjen Arî dixwînim ez hîs dikim ku ez ji vê dinyayê hatime rizgarkirin. Dinyaya zimanê Arjen Arî dij-kolonyal û kurdewar e. Min heman tişt di zimanê berhema M. Malmîsanij a bi navê Herakleîtosê de jî dîtibû. Jixwe her du jî ji heman nifşê ne.

Bi ya min, yek ji helbestvanên herî zehmet ên ku li tirkî werin wergerandin jî Arjen Arî ye. Zimanê wî li tirkî nayê wergerandin. Tiştên ku em tam nikarin ji zimanê xwe wergerînîn tirkî kurdiya resen bi xwe ne. Lê ji ber ku me zimanê xwe bi tirkî sîstematîze kiriye, ew reseniya zimanê me jî li derve maye û tê jibîrkirin û tune dibe. Ez gelek meraq dikim ka Arjen Arî çawa xwe ji zimanê kolonyalîstan parastiye? Di helbestên xwe de zimanê serdest kiriye bindest, zimanê xwe yê bindest kiriye serdest. Hêja ye ku ev mijar were problematîzekirin û lêkolandin.

Keyfa min ji zimanê Arjen Arî re gelek tê, ez bi zimanê wî mest dibim. Zimanê wî zewqeke edebî ya bêhempa dide min. Hêj jî bi temamî û bi kûrahî ez zimanê Arjen Arî fehm û îdraq nakim; gelek biwêj, gotinên pêşiyan, hevok, peyv û qalib hene ku ez nikarim fehm bikim. Roja ku min bi temamî ji zimanê Arjen Arî fehm kir û nivîsand, ew ê were wateya ku min xwe ji dinyaya zimanê kolonyalîstan rizgar kiriye, ez vegeriyame dinyaya zimanê xwe.

Lê li aliyê din jî ji bo ku ez ne xwedî zimanek û vegotineke bi vî rengî me, ez ji xwe gelek hêrs dibim, ez ji xwe ra eciz dibim, ez bi xwe re dikevim nav şer û pevçûnê!…

Hinek feylesof, nivîskar, helbestvan, sosyolog, antropolog… hene ku çendîn berhemên wan hene ez hewl didim wan peyda bikim û bixwînim. Arjen Arî jî yek ji wan e. Çi berhemên Arjen Arî hene, çi helbest çi ceribîn çi jî cureyên din qet ferq nake ez dixwazim hemûyan bixwînim. Jixwe hewla min a çêkirina koleksiyona Arjen Arî jî heye.

Xwendina her berhema Arjen Arî min zêdetir û kûrtir neteweperwer û ruhkurd dike!… Dema ku min wêneyê bergê Xasenezerê ji dostê xwe Hebûn Stembar re şand, min li bin wêne “Xasenezer neteweperweriya min geş dike” nivîsand. Hebûn jî bersiva “Her nivîskar û helbestvan nikare neteweperweriya xwîner geş bike, ev tişt xusûsiyeta nivîskar û helbestvanên gewre ye” da min.

Berhema Arjen Arî ya bi navê Xasenezerê ez dibêjim qey ji 2015an ve di nava pirtûkên min de ye; çend car min hewl da ku ez wê bixwînim lê kurmanciya min têr nedikir ku ez tê bigihîjim, xwendina min tenê bi çend beşan sînordar ma.

(Wêne: https://twitter.com/pirtukakurdi/status/1125325112226516997)

Axir berî çend rojan, min Xasenezer di nava du rojan de xwend, xelas kir. Xesenezer di sala 2013an de ji Weşanxaneya Evrenselê hatiye weşandin, 152 rûpel e û ji çil û çar ceribînan pêk tê.

Di çil û çar ceribînan de Arjen Arî li ser mijarên cur bi cur ên wekî edebiyata kurdî ya modern û klasîk, nirxandin û rexnekirina berhemên kurdî û der heqê helbestvanan de nivîsiye.

Mijara ceribînên Arjen Arî çi dibe bila bibe ew bi her ceribîna xwe di xwîneran de meraqê çêdike.  Arjen Arî qala mijarek û berhemeke ji rêzê jî  bike, di xwîneran de dê meraq çêbibe ku berê xwe bidin wê mijar û berhemê. Arjen Arî tenê meraqê çênake, di heman demê de wateya raserî jî dide berhema xwe.  Ev qudret jî ji ziman û paşxaneya wî tê.

Metnên ceribînê di heman demê de wekî metnên otobiyografîk in. Ji bo nivîsîna metneke biyografîk yek ji cureyên ku herî zêde metaryal didin xebatsazê xwe jî ceribîn e.  Em dikarin ji metnên ceribînê nivîskarên wan nas bikin û wan pênase bikin.

Di çil û çar ceribînên Xasenezerê de em ferî  gelek hêlên ciyawaz ên Arjen Arî dibin û  wî nas dikin…

Em ji Xasenezerê fêr dibin ku Arjen Arî çiqas hakimî edebiyata kurdî ya modern û klasîk û edebiyata dinyayê ye. Her çiqas bi giranî bi helbestvantiya xwe bê nasîn jî hêla wî ya rexnegiriyê jî gelekî xurt e. Em fêr dibin ku wî berhemên edebiyata modern a kurdiya kurmancî gelekî baş şopandiye û li ser wan nirxandin û rexne nivîsîne. Ez fêr bûm ku çiqas qedir û qîmet daye helbestvan û nivîskarên ciwan û ên zindanî. Bo nimûne li ser kes û berhemên wekî Dilê Xembar, Serkîsof, Hilmek Jiyan, Kawa Nemir, Berken Bereh, Sînan Sûtpak, Zekî Kayar, Rêşîdê Kurd, Cîgerxwîn, Tewfîk Hêja, Lal Laleş, Fewzî Bîlge, Ferhad Îçmo, Evdila Peşêw û Omer Dilsoz nivîsiye.

Dema ku mirov Xasenezerê dixwîne dibîne ku Arjen Arî xwînerekî çiqasî baş ê Mem û Zînê ye. Bi hûrgilî û bi kûrahî Mem û Zîn xwendiye û di ceribînên xwe de gelek qala wê dike. Li ser xebatên ku li ser Mem û Zînê hatine kirin jî kûr bûye û ji wan xebatan sûd wergirtiye.  Bi taybetî jî wî bi ceribînên xwe meraqa min li ser Mem û Zînê geştir kir.

Arjen Arî ne tenê wekî helbestvanekî û edebiyatvanekî herwiha wekî sosyologekî neteweya xwe, welatê xwe, zimanê xwe û civaka xwe rexne û analîz kiriye. Der barê wan de tespîtên gelekî balkêş kirine.

Ji ceribînên Xasenezerê em der heqê term û mijarên cur bi cur de fêrî raman û hestên Arjen Arî dibin:

Di navbera helbestvan û axa wî de peywendiyeke çawa heye? Ka binêrin wî bersiveke çawa daye vê pirsê:

“Her şa’irî mahra xwe bi axa xwe re birriye. Mahreke fillehkî ye ev mahr. Piştî ku ji axekê hez kir û mahr birî, ne mimkun e  ku telaqê wê têxe dest: Li ser dijî, li ser digirî, pê re dikene, pê re dibe hevparê şîna wê. Û tu hêz nikare zû bi zû destê şa’ir ji yê axê derxe!” (r.27)

Arjen Arî bi van hevokan bi me dide zanîn ku ji bo wî helbest çi ye:

“Kî çi dibêje bila bibêje, bi min helbest ne qasekî; tîbabekî bîr e!

Ku ne bîr be, helbest dê çawa karibe duh bîne îro, îro bi sibe, sibe bi siberojê ve ke…” (r.71) “Her helbestkar bi şêweyeke ji şêweyan û ji nû ve ‘bîr’a me ya ‘jibîrbûyî’ vedipexirîne, û ‘jibîrkiri’nên me bi ristekê, bi helbestekê bi bîra me dixe:” (r.52) “Helbest bîr e jixwe! Bîreke li gel hest û dilînên ji me dûrketî, hizr û têramîn û tahmijînên jibîrbûyî jî dixê bîra me.” (r.89)

Yek ji pîrên helbesta kurdî jî Rojen Barnas e lê ew bi bedenî hema hema nedîtbar e. Arjen Arî, nedîtbariya Rojen Barnas çawa îzah dike:

“Ku hûn  li berhema Rojen Barnas ya bi navê ‘Şi’ir’ ku ji hêla Weşanxaneya Nûdemê ve hatiye çapkirin, binerin; hûn ê bibînin ku di derbarê jînenîgariya wî de tu agahî nîn e.

Diponijim û tê derdixim ku wî di timamê jiyana xwe de, xwestiye ne xwe; berhema xwe, afirîneriya xwe, hûnera xwe derxe pêş. Ji ber hindê jî bi salan e ku li biyanistanê, di ‘xewletgeha xwe ya bêmîrnişîn’ de dijî!

Di helbesteke xwe de gotibe jî ‘Mêrxas hebûn, hevalo’, ev yek, eva ku kek Rojen hilbijartiye ne karê her mêrxasî ye.” (r.169)

Arjen Arî, çawa ku mekanîzmayeke hezê heye, der barê vê mekanîzmayê de raman û hestên xwe yên giranbuha di Xasenezerê de bi me re parve dike:

“Bibêjin, dilê ewil kê ji bîr kiriye ku ez ji bîr bikim.

Û kê kariye ji bîr bike axa li dû xwe hiştî?

Û pêsîrên dê yên ku me tevan birçî birçî mijtiye…?

Hima bêje ji roja ku meriv ji ber sêngên dêya xwe vedibe û pê ve, serancama mirov û lêgerîna li hezê dest pê dike. Xasma; piştî şikestina her hezê; li der li dûr li nêz… meriv li wê têhna germ ya piştî jişîrvebûnê jê pêpahr mayî, digere.

Heza ku hez bi me tahmijandî ye ev hez; û em, piştî her derza li dil ketî dixwazim xwe bavêjin bextê wê hezê, û dilê xwe î ‘şikestî’, ‘birîndar’ pê bikewînin.” (r.99)

Arjen Arî ferqa xwedîbûyîna beden û xwedîbûyîna dil bi me dide zanîn, nîşanî me dide bê ka giringiya hezê çi ye û hez çekeke çawa ye û bersiva pirsa; “Edebiyata bêjin tê çi wateyê?” dide me û bi me re parve dike bê ka jinê çawa pênase dike:

Îro jî, di vê serdema ku her tişt ‘alav’, her tişt pere ye, jin dikare were kirîn wekî laş, wekî beden… Lê wekî ruh? Hez û jidilbûna wê? Ya lêbanîn û jidilşabûnên wê?

Çawa ku hez nayê bazarê, û bazar bi dil re nabe, heza jinê hezeke wisa ye, ne hewceyî tu wê fetih bikî; ew bixwaze ‘keleh û bircên xwe dirûxîne, ew bixwaze wekî sifreyekê hezê li ber te radixîne, ew bixwaze agirê şoreşê bi bedena xwe û jiyanê dixîne

Jixwe, jin findek e ku ne şev; roja meriv bi xwe ronî dike.

Ji bilî jiyanê; wêjeya bêjin ma ne ‘savara’ rijî ye?” (r.112)

Ku rojekê kurdek biyografiya wî binivîse ev berhem dê  ji wî re gelek pencereyan veke. Ev ceribîn ji bo nasîna Arjen Arî metnên bêhempa ne. Mirov helbestvanekî çiqas pirhêlî nas bike dê kûrtir û zêdetir ji helbestên wî fehm bike.

Arjen Arî ji bo xwe dibêje:

“Ez jî gelek caran hatim girtin. Lê ne bi salan, ne jî bi qasî ku ‘di hûndir de çiyan bînim bîra xwe! Girtina min a ewil û hevdûnasîna min û hepsê vedigere sala 1976ê. Bi dû re sala 1979ê; desteseriya 27 rojên di Tugaya Mêrdînê de…û piştre jî hatina 12ê Îlonê û desteseriya 53 rojên li Girêmîra, Nisêbîn, Mêrdîn û Diyarbekirê…

Lê tu rojan û tu wextan weke ku bên devê deriyê şa’îrekî, nehatin devê deriyê min: Her dem bi ‘terorîstiyê’ hatim desteserkirin û darizandin!” (r.75)

Arjen Arî tu helbestvanê dil û hişê neteweya xwe yî. Tu bi helbestên xwe hem dil hem jî hişê neteweya xwe ji bindestî û mêtîngehiyê felat û rizgar dikî!…

Nîşeya Malperê: Hemû berhemên helbestvan û rewşenbîrê mezin ê kurd Arjen Arî’yî ji aliyê weşanxaneya marksîst, Weşanên Sor ve di meha Îlona 2019’ê de weke seta pirtûkan hatibû weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: