Azadnekirina “Çar Mîx” û Êrîşkarîya “Qiseyên Xerîbîyê”

Nivîs: Welat Ramînazad

Di Pêşangeha Kitaban a Amedê de hevalê min Omer Faruk Baran şeş kitab ji min ra kirîbûn û kiribûn dîyarî. Ji wan yek jî pirtûka çîrokan a Ciwanmerd Kulek “Çar Mîx” bû. Kurteromana Şener Ozmen “Qiseyên Xerîbîyê” jî dîsa di fuarê de min ji xwe ra kirîbû.

Min her du berhem li pey hev xwendin; pêşî Çar Mîx paşê jî Qiseyên Xerîbîyê.

Ji alîyê ziman, vegotin û teknîkê ve terza her du nivîskaran gelekî dişibe hev. Ev berhem nîşanî me didin ku her duyan jî ji hêla zimên ve gelekî zor daye xwe. Hem Şener Ozmen hem jî Ciwanmerd Kulek ji hêla vegotin û teknîkê ve gelek tişt li edebîyata Kurdî ya Kurmancî zêde kirine; bi taybetî jî qada şixulandina Kurmancîyê bifirehtir kirine, “Kurmancîya bajarî” geştir û bihêztir kirine.

Berîya ku dest bi Çar Mîxê bikim ez li hêvîya berhemeke kûrtir û xurttir bûm. Min digot qey ev berhem bi çar perçeyên welêr ra têkildar e û perçebûyîna welêt problematîze dike: Bi min wisa dihat ku ew ê seba perçebûyîna welêt îdraqeke/têgihiştineke bitûnî ya ontolojîk û resimekî temamkirî bide pêşiya min. Lêbelê Çar Mîx ji çar çîrokan pêk tê, çar çîrok jî tene bi Bakurê welêt ra têkildar in. Lê niha meriv dikare bêje ku nivîskar û rewşenbîrên me li ser perçebûyîna welêt ne xwedîyê îdraqeke bitunî ne.

Nivîskarîya Ciwanmerd Kulek wekî arkeologan e:Çawa ku arkeologek dikeve pey objeyekê Ciwanmerd Kulek jî li dîyarde yan mijaran dikole. Mesela dikare li nûçeyeke rûpela sêyem a rojnameyan bikole û çîrokekê ji wir derxîne. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ku Ciwanmerd Kulek dikare gelek tiştan bike çîrok. Ev jî hêza afirînerîya wî nîşanî me dide. Ciwanmerd Kulek wekî arkeologekî dest bi nivîsa xwe dike, meseleyê nola sosyologekî analîz dike, di encama çîrokan de fenanî nîgarvanekî dibe lê Nietzcshebûyîna Ciwanmerd Kulek kêm e…

Di Çar Mîxê de çîrokên sosyolojîk hene. Her çîroka wî neynikeke tîpolojîyeke civakî ye. Di vê berhema xwe de nivîskar çar tîpên civakî û ew encamên determinîzmeke çawa ne nîşanî me dide. Di ber ra jî dike ku em edî nikaribin wan darizînin.

Dema em ji kûçe û kolanan re derbas dibin, carna em rastî dînekî tên, em ji xwe dipirsin ka gelo ew çawa dîn bûye, meraqek bi me re çêdibe. Di vê kîtabê de nivîskar bersiva wê pirsê dide.

Gava em li bajarên wekî Stenbol, Îzmîr û Enqerê rastî mafyayekî Kurd tên, em serpêhatiya wî meraq dikin. Di çîroka Hawara Xwedê, Kerîmo de jî nivîskar bersiva wê meraqa me dide. Di Mirin Dereng Dimîneyê de em encamên trajedîya eşqeke derengmayî a zilamekî xwedanzarok dibînin. Di Rojbûnê de xwendekarekî Kurd ku nikare zankoyê xelas bike, di bajarên Tirkan de çawa di arafê de dimîne, em wê dibînîn.

Gelo karekterên Ciwanmerd Kulek qederperest û bêîrade ne? Erê. Di têkilîya civakê û ferdan/kesan de em dikarin bêjin ku karekterên wî bêîrade ne. Di mekanîzmaya struktura civakî de çi rol ji bo karekterên wî hatibe dîyarkirin ew jî li gorî wê rolê tevdigerin. Rast e, karekter çawa bûye qurban û mexdûrê struktura civakî baş nîşanî me dide lê qet hewla liberxwedayînê yan nerazîbûneke karekterên wî li hemberî vê strukturê tuneye. Ew karekterên xwe azad nake. Lê dive wî bikiriyana, rîyên din jî bidana ber karekterên xwe.

Di Veguherînê de Franz Kafka kapitalîzmê însan çawa ji însanetîyê derxistiye nîşanî me dide. Hema hema herkes vî tiştî dizane. Diviyabû Kafka nîşanî me bida ka em çawa dikarin ji nû ve bibin însan jî lê wisa nekiriye.

Ciwanmerd Kulek bi wan çar çîrokên xwe çi tişt guherand? Mudaxeleyî kîjan rastîyan kir û ew şikandin? Haya me hemûyan bi tîpên civakî yên ku Ciwanmerd Kulek nivîsîne, heye. Ji ber ku karekterên wî bêîrade û qederperest in, bê Nietzscehbûna wî, realîteyek bûye mijara berhema wî, Ciwanmerd Kulek ew realîte ji nû ve afirandiye.

Edebîyat; encama ku em dijîn, riyên xilasbûna ji wê encamê û riyên determînzma jîyaneke nû nîşanî me dide. Emareyên wê determînîzmê Di Rojên Kolerayê de Eşq a Marquez de he ne. Ew ji gelek alîyan ve mudaxaleyî rastîyê dike, wê dişkîne û feraseteke nû bi me re çê dike.

Bi ya min romannûsîya Şener Ozmen îro berztirîn qonaxa romana Kurdîya Kurmancî ye. Hêja ye û divê mirov hemû berhemên wî bixwîne. Ez her li hêvîya berhemên wî yên nû me.

Qiseyên Xerîbîyê dawîtirîn kurteromana wî ye. Tê de du beşên sereke û çend binbeş hene. Roman serpêhatîyên hunermendekî Kurd ê li Awrupayayê vedibêje û xwîner jî li gel hunermend li wir dest bi rewîtîyekê dike.

Ji alîyekî ve xwendina vê romanê zehmet e. Tew em dikarin bêjin ku di romanê de nivîskar pasîv, xwîner aktîv e û vegotineke hêmayî/îmgeyî tê de he ye. Nivîskar zorê dide xwîner ku hin tiştan analîz û temam bike. Mînak: Sernavê beşa yekem ScheiBe ye. Min ji hevalekî xwe yê Elmanîzan wateya wê peyvê pirsî, got “gû” ye. Di romanê de gelek peyv û qalibên bi vî rengî hene. Wekî din jî ji ber ku nezanîya xwîner li hemberî romanê zêde ye jî fehmkirina romanê dijwar dibe.

Û ji ber ku Qiseyên Xerîbîyê ne nivîskar-navendî ye; xwîner-navendî ye, qalîteya romanê bilind e. Ew bi vî awayî xwînerê xwe teralîye rizgar dike.

Cîyawazîyeke din a vê romanê jî ji hêla ruhî û kesayetîya karekteran ve ye. Bi qasî ku tê bîra min di hin romanên Hêlîm Yûsiv û Firat Cewerî de jî mekan Awrupa û mijar jî penaberî bû. Karekterên wan romanan xwe biçûk didîtin, di kompleksa bindestîye de difetisîn, parsekên hez û fehmkirinê bûn û di krîzan cur bi cur de diman. Payîza Dereng a Firat Cewerî wisa bû mesela. Karekterê Qiseyên Xerîbîye ji vê hêlê ve naşibe karekterên romanên berî xwe, di tîpolojîya vî karekterî de şikandinek çêbûye. Di Qiseyên Xerîbîyê de karekter bi xwe serbilind e, bi xwe bawer e, henekên xwe bi Awrupîyan û dagirkerên xwe dike, serwext e; haya wî ji wî û dinyayê heye û li hemberî Awrupayîyan kompleksa bindestîya bi wî re tune ye. Ji vê hêlê ve ev roman dike ku xwîner jî bi xwe bawer bibe û tew heta cihekî xwînerên xwe azad jî dike!.. Di romanê de “ez”a nivîskar xurt e lê “em”a wî bi problem e.

Di Qiseyên Xerîbîyê de Şener Ozmen xetayek kirîye. Ez nizanim haya wî ji wê xetayê he ye yan tune ye.

Ji hêlekê ve Qiseyên Xerîbîye romaneke êrîşkar e û tê de şîddetek heye. Di romanê de li ser xwîner û “em”ê êrîşek heye. Di vê romanê de di têkilîya “em” û “ê din” de “ê din” êrîşî “em”ê dike. Loma jî di “em”ê de krîzêke sosyopsîkolojîk û hêbûnî çê dibe. Roman jîyana Kurdan û ya Awrupayîyan bi xwînerên Kurd dide muqayesekirin. Jixwe muqayesekirin bi xwe şîddetek e. Ji ber hestên valahî û derengbûnê krîzên psîkolojîk û sosyolojîk di wan de çêdibin.

Di heman demê de di têkilîya nivîskar û xwîner de jî êrîşeke li ser xwîner jî heye. Nivîskar xwe û xwîner dide ber hev. Nivîskar ji xwîner re dibêje “min ev dît, min jîya lê te nedît, tu nejîyayî”. Gelo çi ji destê me çû, me çi nejîya, me çi ji dest da… Van pirsan bi xwîner dide pirsîn.

Gelo nivîskar bi zanayî musade kirîye, hiştîye ku “ê din” êrîşî “em”ê bike? Lê ku haya nivîskar ji vî tiştî tune be? Ma qey edebîyat li hemberî “ê din”an bihêz û dewlemendkirina “em”ê, înşa û pênasekirina “em”ekê bû? Di vê romanê de em “em”a xwe ne li gorî “ê din”; bi xwe pênase dikin. Hem jî “em” di bin şîddeta “ê din” de ne.

Di edebîyata Kurdî de gelek romanên meşrûker he ne ku arezû û daxwazên xwînerên meşrû dikin. Helbet em berhemên bi wî rengî jî nahebînin!

Berhemek divê ne erîşkar ne jî meşrûkar be, divê ne nerehetker/bêhizûrker; ramanî be û rexnegir be û merivan bide fikirandin. Wekî Bîyanîya Albert Camusî…

Kunye:
*Ciwanmerd Kulek, Çar Mîx, Weşanên Avestayê, 158 rûpel.
*Şener Ozmen, Qiseyên Xerîbîyê, Weşanên Lîs, 128 rûpel.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: