Bandora Paşvexistinîya Derhênerê Fîlma “Kurdistan Kurdistan”

Yek ji problemên mezin ên sînemeya kurdî ev e ku fîlm nagihêjin temaşevanên xwe. Gelek fîlmên kurdî hene ku ez dixwazim temaşe bikim, ez gelek hewl didim temaşe bikim lê hemû hewldanên min bê encam dimînin. Fîlmên kurdî yên ku min temaşe kirine bê îstîsna min li ser YouTubeê temaşe kirine lê di YouTube de jî kalîteya dîmenan gelekî xirab e lê qet nebe ji tunebûnê baştir e. Ji bo ku fîlmên kurdî xwe bigihînin temaşevanên xwe divê gav berî gavekê çareseriyek bê dîtin.

Fîlmê Bulent Gunduz ê bi navê Kurdistan Kurdistan, di gelek festîvalan de hat nîmayişkirin. Ji zû de min dixwast li vî fîlmî temaşe bikim, axirê min derfetek peyda kir û xwe gihand fîlm.

Bi navê Evdalê Zeynikê û Robaskî Mon Amour du belgefîlmên din ên Bulent Gunduz hene.

Mijara fîlm li ser vegera Delîl Dîlanar a piştî bîst û du salan e. Biproblembûna filmê ji despêkê xwe ra xwe dide nîşan dayîn. Fîlm bi dîmenên konserên ku Delîl Dîlanar li bajarên wekî Paris, Koln, New Yorkê dane dest pê dike. Temaşeker sedema vê despêkirinê paşî fehm dike ku, derhêner dixwaze, bibêje ku Delîl Dîlaner bajarên pêşketîrîn konseran dide lê nikare li welatê xwe konser bide. Piranîya me dizane ku ji ber kîjan realîte û determînzmê nikare konserê bide em dizanin. Ma qey hayîya derhênerê ji vî determînzmê tuneye?

Bêguman heye. Derhêner bi xwe ketîye kompleksa bindestî û çewsandî lê hayîya wî ji wî tuneye. Mirovek li dû bîst û du salan vedigere welatê xwe. Rewîtiya ber bi zaroktiya xwe ve, bîra xwe wenda dike. Gelo temaşevan dixwaze li fîlmekî çawa temaşe bike? Ji derhêner dixwaze giranî bide ser kîjan kontekstê?

Min wekî temaşevanê sînemaya kurdî dixwast derûniya vî mirovê ku piştî bîst û du salan vedigere welatê xwe, trawmaya wî, şokên wî, krîzên wî, tengezariya wî, biyanîbûna wî, haliyeta ruhê wî, hîsiyata wî di fîlm de bibînim.

Fîlmê Kurdistan Kurdistan, di sala 2015ê de ketiye vîzyonê û seatek û çil deqa ye, min heta dawî fîlm fehm nekir ku problem û derdê derhêner çi ye, dixwaze giranî bide kîjan konteksta mijara xwe.

Di fîlmê Kurdistan Kurdistan de bîranînên ku di bîra Delîl Dîlanar de mane, mirov dibêje qey Delîl Dîlanar ji bo ku wan bîranînan ji nû ve bijî vegeriyaye. Li dû temamkirina temaşeya fîlm temaşevan dikare bibêje ku derhêner giraniya fîlmê xwe li ser bîranînên Delîl Dîlanar çêkiriye lê nekariye bîranînan li hevdu girê bide, resimekî temamî derxîne.

Delîl Dîlaner ji bo ku kilameke kurdî gotiye mecbûr dimîne ku ji welatê xwe derkeve. Di fîlm de bêwelatbûna kurdan (navlêkirineke xelet e, a rast bêdewletbûna kurdan e lê fîlm wekî bêwelatbûna kurdan tê navlêkirin) li ser çîroka Delîl Dîlanar tê problematîzekirin. Derhêner xwastiye çîroka Delîl Dîlanar û bêwelatbûna kurdan girê bide. Lê nikarîye armanca xwe pêk bîne.

Derhêner asta kalîteya fîlm gelek xistiye jêr. Derhêner fîlm ji hêla fonksiyonê ve zengîn nekiriye û bi pêş ve nebiriye, bandora negatîf a mudaxaleyên derveyî yên ne hewce berbiçav e. Bi derhênerekî amator ev fîlm dê xweştir û baştir bihata kişandin.

Lîstikvan, sehne, diyalogên fîlm pir sunî, çêkirî, kerixî, ne xwezayî û ne rastbîn dimînin. Di fîlm de gelek dîmen û sehneyên tewşomewşo û self-oryantalîzm hebûn: Mînak li gund çiqas xort û navsalî hene, li kêleka hev rêz bûne, defê lê dixin. Bi rastî min ti mentiq di vê sehneyê de nedît. Şevekê mîrê bilûrê Egîdê Cimo û Delîl Dîlanar ji xwe re çend kilaman dibêjin, hemû gundî ji ber televîzyonan radibin tên li wan guhdar dikin. Dema ku Delîl Dîlanar tê Mûşê wekî siyasetmedarekî ji bo wî pêşwazî hatiye amadekirin. Hemû mirov, nas, dost û gundiyên wî li ber balafirgehê kom bûne: Pêşwaziyeke kerexî û qet ne xwezayî ye.

Ji ber navê fîlmê Kurdistan Kurdistan, min xwast li vî fîlmî temaşe bikim. Derhêner çima ev nav li fîlmê xwe kiriye? Bi navlêkirina Kurdistan Kurdistan, derhêner hem xwastiye çîrok umûmî bike hem zêdetirîn bi kapsam bike. Wekî din hem bi navê fîlm hem jî bi naveroka fîlm xwastiye ji temaşevanan re bilîze!..

Dema ku mirov wexteke dirêj li benda tiştekî be; libendêbûn, bedeldayîneke mezin e lê encam ne li gorî dilê mirov be, şikestina mirov girantir dibe. Fîlm jixwe cewaba bendewariya min neda, asta fîlm ji bendewariyên min gelek nimztir e!…

Nivîs: Welat Ramînazad

10.01.2020/Stenbol

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: