“Barê Giran” li Festîvala Kurtefîlman a Behra Spî Xelata Mezin wergirt

Kurtefîlmê “Barê Giran” ku ji aliyê Derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye kişandin, di bernameya 17’emîn Festîvala Kurtefîlman a Behra Spî ya Tangera Fasê de Xelata Mezin wergirt.

“Barê Giran” li beşa pêşbirka festîvalê di navbera 46 kurtefîlman de hatibû hilbijartin.

Kurtefîlmê “Barê Giran” yê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîlî qala Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar re karê barhilgiriyê dike û li malbata xwe dinêre. “Barê Giran” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê û di gelek festîvalan de hate nîşandan û li 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê de û 18’emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Stenbolê “!f İstanbul” di beşên pêşbirkan de xelat wergirtibû.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: