“Barê Giran” li Frensayê Xelata Senaryoya Herî Serketî wergirt
Kurtefîlmê “Barê Giran” ku ji aliyê Derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl re hatiye nivîsandin û kişandin, li Frensayê di bernameya 19’emîn Festîvala Kurtefîlmên Ewropî ya Niceê de Xelata Senaryoya Herî Serketî wergirt.
Festîvala Kurtefîlmên Ewropî ya Niceê di navbera dîrokên 11-18’ê meha Cotmehê de li Frensayê hate li darxistin.
Kurtefîlmê “Barê Giran” yê Derhênerê Kurd Yilmaz Ozdîl’ê qala Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar re karê barhilgiriyê dike û li malbata xwe dinêre. “Barê Giran” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê û di gelek festîvalan de hate nîşandan û li 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê de, 18’emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Stenbolê “!f İstanbul” û Festîvala Kurtefîlman a Behra Spî ya Tangera Fasê de Xelata Mezin di gelek beşên pêşbirk de xelatan wergirtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com