“Barê Giran” li Îspanyayê Xelata Kurtefîlmê Baştirîn wergirt
Kurtefîlmê “Barê Giran” ku qala çîroka barhilgirekî dike û ji aliyê derhênerê kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye kişandin. “Barê Giran” li bernameya 6’mîn Festîvala Gollutê (Girona/Îspanya) Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî girt.
Festîvala Gollutê îsal di navbera 12’ê Cotmehê û 3’yê Mijdarê de hate li darxistin.
Kurtefîlmê “Barê Giran” ku ji aliyê derhêner û akademîsyenê kurd Yilmaz Ozdîl ve hatiye nivîsandin û kişandin, qala Avdel û malbata wî dike. Avdel, bi kerê xwe yê îxtiyar re karê barhilgiriyê dike û li malbata xwe dinêre. “Barê Giran” di bernameya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê û di gelek festîvalan de hate nîşandan û li 7’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê, li 18’emîn Festîvala Fîlmên Serbixwe ya Navneteweyî ya Stenbolê “!f İstanbul”, li 17’emîn Festîvala Kurtefîlman a Behra Spî ya Tangera Fasê de Xelata Mezin û li 19’emîn Festîvala Kurtefîlmên Ewropî ya Niceê û di gelek festîvalên fîlman hate nîşandan û xelat girtin.
Nûçe – Sînemaya Serbixwe www.sinemayaserbixwe.com