“Beetlejuice 2” di 2024ê de dikeve vîzyonê
Fîlmê derhênerê navdar Tim Burtonî yê “Beetlejuice 2” dê di 6ê Îlona 2024ê de bikeve vîzyonê. Haris Zambarloukas weke derhênerê dîmenê di fîlmê de cî girtiye û hin kitekitên nû yên ji fîlmê parve kir. Haris Zambarloukas li ser fîlmê dibêje “projeya xewnekê”.
Haris Zambarloukas bi malpera The Wrapê re hevpeyvîneke kir û di derbarê fîlmê duyem a “Beetlejuice”ê de axaft. Zambarloukas ragihand ku “Beetlejuice 2″ bi eslê xwe çîrokeke li ser malbatekê ye, di cîhaneke cuda de derbas dibe û li ser rewşa mirovî disekine. Derhênerê dîmenê yê fîlmê got “Ji ber vê yekê ez projeyên bi vî rengî hildibijêrim, têkiliya mirovî ji bo min her tim li pêş e. Lydia Deets bi rola Winona Ryderê di fîlmê yekem de cî girtibû, ji nû ve bi heman karakterê di fîlmê nû de jî cî digire, Catherine O’Hara jî bi rola Delia Deetz (Dayîka Lydia) cî girtiye. Lîstikvana rêzefîlmê “Wednesday”ê ya Jenna Ortega jî weke keça Lydiayê di fîlmê de dilîze. Herwiha Beetlejuice di fîlmê nû de aşiq dibe û lîstikvana navdar Monica Bellucci jî di fîlmê de dibe hevsara wî.*
Serlîstikvanê fîlmê Michael Keaton ragihandibû ku derhêner Tim Burton, di vê fîlmê xwe de jî efektên pratîk, gelek efektên makyajê yên taybet û hîleyên kamerayê bikaranîne û qasî bi destê wî tê xwe ji efektên dîjîtal dûr daye. Lîstikvanê navdar Keaton got, “her tişt wekî fîlmê yekem e.” Fîlmê yekem di sala 1988ê de hatibû kişandin û yek ji fîlmên xeyalê zanistî yê dîroka sînemayê.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com