Bêje; Perwerdeya Jiyanê Yan a Xwezayê
Nivîs: Dîlek Durgun
Film bi derhêneriya Matt Ross di 8’ê Tirmeh a9 sala 2016’an de li Amerika yê hatiye weşandin.
Naveroka fîlm komedî-drama ye. Captain Fantastic ango Ben Cash bavê 6 zaroka ye û jiyana xwe ji jîyîna nav bajar îzole kiriye. Ben û malbata wî li daristaneke Amerikayê ku di eyaleta Washingtonê de ye jiyanekî xwezayî didomînin.
Fîlm gelek mijarên navneteweyî nîşanê me dide û berê me dide mijarên ku em her tim li ser nîqaş û şîroveya dikin.
Ben û Leslie du kesên li hember kapîtalîzma Amerikayê wek anarşîsta tevdigerin in. Zarokên xwe jî bi feraseta çepgirî, polîtik, felsefî û entelektuelî perwerde dikin. Piştî demekî Leslie bi nexweşîna bîpolarê dikeve û întîhar dike. Piştî mirina Leslie pergala jiyana ku ava kirine sero bino dibe û pirsgirêkên neçar derdikevin holê. Zarokên Ben ji dê û bavî ya wî dikevin şîkê û wekî berê tevnagerin..
Mirov dikare bê dibistan her tiştî hîn bibe ?
Mijara fîlm gelek berfirehe lê mijara herî berbiçav rexneya perwerdehiyê ye.Perwedehiyeke ji pergala jiyanê dûr, xwerû û bêalî .. Dema mirov fîlm temaşe dike gelek pirsên cûda cûda derdikevin pêşberî mirov. Gelo jiyana ji metropolê dûr çêtir e? Mirov dikare bê dibistan her tiştî hîn bibe ? Bi tenê xwendina pirtûkan têrî fêrbûyina mirova dike? Xwendina bê tecrûbe pirsgirêkên jiyanê çareser dike yan na?
Kaptan Fantastîk bersiva van pirsan ji her dû aliya ve dibersivîne. Hem biawayê erênî hem jî neyinî perwerdehiya xwezayî fêrî me dike lê dîsa jî dawiya fîlm baş nayê fêm kirin ku ev perwerde tişteke baş e yan nebaş e?
Ez jî wek temaşevaneke Kaptan Fantastîk pêşniyarê we xwînera dikim. Heke hûn dixwazin jiyanê bi çaveke din temaşe bikin divê teqez hûn vî fîlmê temaşe bikin.
CAPTAİN FANTASTİC
Navê Fîlm :Captain fantastic
İMDB : 7.9
Çêker: Amerîka, 2016
Derhêner: Matt Ross
Lîstikvanê Serekê : Viggo Mortensen, Frank Langelle, George Mackay
Sînemeya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com