Belgefîlm diçin li Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Selanîkê

25’emîn Festîvala Belgefîlman a Navneteweyî ya Selanîkê îsal di navbera 2-12’yê adarê de li dar dikeve.

Di pêşbaziyên festîvalê “Newcomers” û “Film Forward” de 32 belgefîlm têne nîşandayîn û dikevin pêşbaziyê. Bi giştî 6 xelatên fermî hene. Her wiha bi ser 200’î de belgefîlm dê bêne nîşandayîn.

Di beşa Pêşbaziya Navneteweyî de 12 belgefîlm hene. Belgefîlmên bi ser bikevin dê Xelata Îskenderê Zêrîn bigirin ku ev xelat beramberê 12 hezar Euroyî ye. Xelata ÎSkenderê Zîvîn jî beramberî 5 hezar Euroyî ye.

Belgefîlmê ‘Eren’

Ji Tirkiyeyê 3 belgefîlm hene. Belgefîlmê derhêner Kerem Soyyilmaz ê bi navê “Searching for Rodakis” (sazkar Tirkiye-Danîmarka), belgefîlmê derhêner Vuslmat Karan û Burcu Melekoglu “BLue ID di beşên Open Horizons de ne. Her wiha belgefîlmê sêyem jî ê bi navê “Eren” e. Belgefîlmê ku Maria Binder (sazkar Almanya) kişandiye li ser parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn hatiye sazkirin.

Diyarname

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir