Belgefîlma “Bavê Kuçikan” li Lîtvanyayê derdikeve li pêşberî temaşevanan
Belgefîlma “Bavê Kuçikan” ya derhênerê kurd Xêrî Alanî li ser jiyana Şabanê ku li bajarê Wanê dijî û bi minêkarî heywanên kolanê xwedî dike, disekine. “Bavê Kuçikan” heta niha li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn û dê di navbera rojên 26-28ê Gelawêjê de li Berhevoka Fermî ya Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Serbixwe ya Wolvesê (Lîtvanya) derbikeve li pêşberî temeşevanan.
Belgefîlm, di meha Pûşberê de li Meksîkayê ji FAUNA Tepoztlán Animal Festivalê di beşa Mejor Cortometraje de Perosê de xelat girtibû.
Belgefîlma “Bavê Kuçikan” (Köpekçi/The Dog) bi derhênerî û çêkeriya derhêner Xêrî Alanî hate kişandin û çîroka jiyana Şabanê ku li bajarê Wanê dijî û heywanên kolanê xwedî dike, tîne li ber perdeya sînemayê. Di herîkina belgefîlmê de, dîmenên xweş ên xweza û demsala zivistanê ya bajarê Wanê jî xuya dibin, sînemavanê ciwan Azad Turk weke derhênerê dîmenê cih digire ku wî di heman demê de derhênerê dîmenê ya belgefîlma “Geç Gelen Bahar”ê bû.
Çîroka belgefîlma “Bavê Kuçikan”: Şaban li Wanê dijî ji heywanan pir hez dike û kolan bi kolan digerîne û bi minêkarî heywanên kolanê xwedî dike. Ji mala xwe, derdora xwe û ciranên xwe ji bo heywanên ku li derve dijîn, xwarin kom dike.
“Bavê Kuçikan” yekem belgefîlma Xêrî Alanî ye û derhêner, çêkerê belgefîlma bi navê “Geç Gelen Bahar” (Late Spring) bû. Belgefîlma “Geç Gelen Bahar” di sala 2016ê de ji aliyê derhênera sînemayê yê Fuat Demirhan ve hate kişandin ku qala jiyan û têkoşîna malbateke penaber dike û rêwîtiya wan nîşan dide.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com